Tevî ku di ser hilbijartinên serokdewletiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) re zêdeyî mehekê derbas bûye jî nîqaşên li ser hîle û destwerdana derve naqedin.

Serokê Koma Partiya Demokrat a Senatoyê Harry Reid jî da xuyakirin, ku ‘FBI dizanîbû’ Rûsya ji bo hilbijartina Donald Trump tevgeriyaye.

Washîngton Postê roja înê îdîa kiribû ku li ber destê servîsa îstîxbarata derve CIA’yê agahî hene û li gorî van agahiyan, Rûsyayê ji bo hilbijartina Trûmp dest li hilbijartinê werdaye.

Serokê Koma Demokratan a Senatoyê Harry Reid ev îdîa di kanala MSNBC de careke din bi lêv kir û da zanîn ku Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) demeke dirêj xwedî agahiyeke bi heman rengî bû, lê dîrektorê wê James Comey bi xemsarî nêzî berjewendiyên welêt bûye.

Comey hefteyekê beriya hilbijartinan, mailên fermî yên namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton ên dema wezaretiya xwe de bi rêya serverên taybet kiribû, ji nû ve xistibû rojevê. Ji ber vê yekê jî Comey hatibû sûcdarkirin ku alîkarî daye ji bo hilbijartina Trump.

Dîrektoriya Ewlekariya Hundirîn a Amerîkayê (DHS) û sîwana 17 rêxistinên îstîxbaratê DNI dabûn xuyakirin, ku hesabên înternetê yên siyasetmedar û partiyên Emerîkayê ji aliyê Rûsyayê ve hatine şikandin.

DHS û DNI îdîa kiribûn, ku Rûsyayê xwestiye bandorê li hilbijartina DYE´ê bike û encama dixwest jî bi dest xistiye. 


 WASHINGTON