Ji ANHA’yê Azad Sefo, li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên Nûnerê Emerîka yê taybet ê Sûriyê James Jeffrey nivîsiye. James Jeffrey herî dawî ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re peyivîbû û gotibû, divê aliyên biyanî yên ku piştî 2011`ê ketine nav axa Sûriyê, jê derkevin; wî gotibû ev yek, ji bo hêzên Emerîkî, Îranê û Tirkiyê lê ye.

Azad Sefo îşaret pê dike ku ji daxuyanî û gotinên Jeffrey diyar e ku ew nexasim jî dixwaze hêzên Îranê ji Sûrî derkevin û ji ber wê jî amade ye ku hêzên xwe (ku weke yên koalîsyonê jî bi nav dike), yên Îsraîlê û yên Tirkiyeyê jî tebayî wan bike. Yanî, li gorî wî, Emerîka li ser nexşerêyekê bi Rûsyayê re li hev kiriye û li gorî vê, ji bilî Rûsya hêzên mayî wê ji Sûriyê derkevin. Ev peymanek nebe jî, eşkere ye ku li ser rêyeke bi vî rengî Rûsya û Emerîkayê li hev kirine. Li gorî nûçeyê, di vê lihevkirinê de nemana hêzên Îranê li Sûrî ji bo Emerîkayê ya herî li pêş e. Li gorî Azad Sefo, ev daxuyaniyên hanê û pê re jî êrişên Îsraîlê li dijî hêzên Îranê li Sûrî, peyameke eşkere ye ji bo Îranê ku li Sûriya siberojê ti cihê wê nîne.

Nivîskar nelihevkirina Ramî Mexlûf ê sermeyadarê sereke yê Sûrî û malbata El-Esed jî bi vê rewşê ve girêda. Axir wî got, “Mirov nikare daxuyaniyên Jeffrey ji stratejiya Putîn cuda bike. Putîn stratejiya xwe li ser termên dewletên şikestî ava dike. Pirsgirêka DYA`yê ya îsal ew e ka kengî û çawa hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Rûsya jî li benda vê kêliyê ye da ku li dijî çeteyên Tirkiyê li Idlibê bilive... Diyar e ku nermiya Emerîka û Rûsyayê û daxuyaniyên Jeffrey ên li ser mayîna hêzên Rûsya li Sûriyê rewa dikin, encama civîna emnî ya li Qudsê ya di navbera serokê nivîsgeha ewlekariya netewî yê Emerîka yê berê û hempêşiyê wî yê Rûs Nîkolay Patruşev û yê Îsraîlê Meir Bin Shabat de di 24`ê Hezîrana 2019`an de li dar ketiye. A ku bala mirov dikişîne daxuyaniyên Jeffrey û axaftina serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî bidawîbûna civîna Quds yek in.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN