Wezîra Karûbarê Ewrûpayê ya Fransayê, Amelie de Montchalin diyar kir ku ambargoya Ewrûpayê ya li dijî Tirkiyê li ser 'masê' ye, û hefteya bê li Konseya Ewrûpayê wê were gotûbêjkirin. Li aliyê din parlamena Swêdê biryar da ku ji Yekîtiya Ewrûpayê bixwaze ambargoya sîlehan li ser Tirkiyeyê ferz bike.

Wezîra Karûbarê Ewrûpayê ya Fransayê Amelie de Montchalin got, li dijî Tirkiyê ji ber êrişên dagirker ên bi ser Kurdan de, ambargoya Ewrûpayê li ser masê ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) li ser rêya ambargoya pêkan a li dijî Enqerê, Montchalin gotiye, ''Bêguman li ser masê ye. Vê hefteya bê li Konseya Ewrûpayê wê bê nîqaşkirin.''

Doh di rûniştina li parlemana Swêdê jî biryarek hat dayîn ku ji Yekîtiya Ewrûpayê bê xwestin, ambargoya sîlehan li ser dewleta Tirk ferz bike.

 

PARÎS