
Xwendekarê Zanîngeha Çewlîkê yê 23 salî Abdurahman Aydogdu, ji ber meraqa xwe ya li ser gotinên pêşiyan beriya bi 2 salan li ser gotinên pêşiyan dest bi lêkolînê kir. Aydogdu di çarçoveya lêkolîna xwe de piştî ku dît di destê wî de gelek gotinên pêşiyan kom bûne, di encama lêkolîna xwe de berhemeke dewlemend derxist holê. Weşanên Na pirtûka Aydogdu çap kir.
'Gotinên pêşiyan awayê axaftinê ne'
Aydogdu dibêje, gotinên pêşiyan ji bo Kurdan gencîneyek in û hewce ye kurd nehîlin ev gencîneyawan bi dapîr û bapîran re binax bibin. Aydogdu dide zanîn ku tişta ku ew teşwîq kir vê lêkolînê bike meraqa wî bû. Aydogdu dibêje, bala wî pir li ser gotinên pêşiyan hebû û ji ber di gotinên civaka Kurdan de jî zêde gotinên pêşiyan derbas dibin, pêdîvî bi vê xebatê dîtiye. Aydogdu tîne ziman ku her ku gotinên pêşiyan dibîhîstin, ew li ba xwe dinivîsîn û bi vî rengî dest bi lêkolîna xwe kiriye. Aydogdu destnîşan dike ku piştî lêkolîna xwe dîtiye ku zêdeyî hezar gotinên pêşiyan di destê wî de kom bûne û li ser vê yekê biryar daye ku wan di pirtûkeke de biweşîne.
'Bila gotinên me tine nebin'
Aydogdu dixwaze ku Kurd li gotinên xwe yên pêşiyan xwedî derkevin û balê dikişîne ser girîngiya gotinên pêşiyan. Aydogdu dibîje, heke Kurd li gotinên pêşiyan xwedî dernekevin, siberojê ev gotin wê werin jibîrkirin û tine bibin. Aydogdu diyar dike ku li ser vî êsasî lêkolîna xwe li Pîrsûsê daye destpêkirin û wiha peyivî: "Pêşî min li herama xwe li Pirsûsê li cem bav, kal û pîran ên ku gotinên pêşiyan pir bi kar dianîn lêkolîn kir. Kê ji min re çi digot min li ba xwe dinivisand. Ez piştre çûm bajar, navçe, gund û gundikên din. Min xebata xwe li heremên din dewam kir. Herî dawî min dît ku gotinên pêşiyan ê ku min li cem xwe nivîsîne bûne hezar û 500. Vê carê min biryar da ku ev gotinên pêşiyan di bin axê de nemînin û derkevin ser axê. Ango min biryar da pirtûkê biweşînim. Lewra gotinên me yên pêşiyan ji bo me gencîne ne. Heke em îro li wan xwedî dernekevin, ev gencîneyên me wê di bin axê de bimîn in û êdî kes nikare ji wan sûdê wergire."
Ji çar parçeyên Kurdistanê ne
Aydogdu diyar dike ku piştî Pîrsûsê li navênd û navçeyên Rihayê, Weranşar, Cûrnêreş, Girê Sor, Hewagê şûnde li navçe û navenda Amedê, Merdîn, Êlih, Çewlîg, Sêrt û li ser tora înternete jî ji başurê Kurdistan û rojhilatê Kurdistan jî gotinên pêşiyan berhev kirine. Aydogdu dibîje, gotinên pêşiyan ên rojavayê Kurdistanê jî ji ber êrîşên li ser Kobanê pêk hatine û welatiyên ji ber êrîşan koç bûne û hatine Pîrsûsê re hevdîtin kiriye û ji wan berhev kiriye. Aydogdu destnîşan dike ku di berhemê de 3 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene û pirtûk ji 120 rûpelan pêk tê. Aydogdu bi bîr dixe ku pirtûka wî di 1´ê Çile de bi hezar nusexeyî hatiye weşandin.
'Heta dernekevin ser rûye erdê bê mane ne'
Aydogdu der barê gotinên pêşiyan de dibêje, pêşiyan ev gotin ne pûç in û di her gotinekê de çîrokek heye û her gotinek ji bûyer û mijarên jiyanê pêk hatiye. Aydogdu ji gotinên pêşiyan mînaka "Avê hêdî hêdî, me êceb jê dî" dide û wiha şîrove dike: "Ya ku em ji ve gotinê fêm dikin; hin tiştên ku tiştek jê naye payîn, lê dema ku rûyê rast derdikeve hole rastîya wan tiştan jî bi xwe re tîne. Her gotineke pêşiyan gencîneyek e. Heta ku ev gencîne dernekevin ser rûye erde dê bê mane bin. Îro em jî ku li wan gencîneyên xwe xwedî dernekevin û dernexin ser rûye erdê, ger pêşiyên me bimirin; ev gotin jî wê bi wan re bimirin û binax bibin. Gotinên pêşiyan tiştekî wejeyî ye. Em li wê çanda xwe xwedî derkevin. Pêwîste em li vê çand û dewlemendiya xwe, xwedî derkevin."
Aydogdu herî dawî dixwaze Kurd pirtûkên bi vî rengî bînin malên xwe û di jiyana xwe ya rojana û peyivîna xwe de sûdê ji wan bigirin.
Xwendekarekî ciwan
Aydogdu di sala 1992'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Pirsûsê xwend. Sala 2012'an beşa Felsefe ya Zanîngeha Çewlîkê qezenc kir. Aydogdu, di sala yekemîn a zanîngehê de ket ezmûnên zanîngehê ya rîvekên zeviyan û ev jî qezenc kiriye. Aydogdu niha li Zanîngeha Çewlîgê di heman deme de him pola duyemîn a beşa rîvekên zeviyan, pola sêyemîn de jî di beşa felsefeyê de dixwîne.
HASAN YOLDAŞ/DÎHA/ AMED