Gencîneyek ji çanda Serhedê
Weşanên Wardozê ku pirtûkên folklorîk ên Kurdî çap dike, vê carê ji pirtûkeke bi navê “Dendo” weşand ku Nîhat Oner tê de çîrokên ji Serhedê berhev kirine.
Nîhat Oner ê ku ev bi salan e li Serhedê karê berhavkariyê dike, pirtûka xwe ya çîrokan ya duyemîn derxistiye.
Nîhat Oner ê ku ev bi salane li Serhedê karê berhavkarîyê dike, pirtûka xwe ya çîrokan ya duyemîn derxistiye.
Nîhat Oner bi qasî 15 salan e li Serhedê gund bi gund digere û çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşîyan berhev dike. Oner cara yekem sala 2016´an pirtûka xwe ya çîrokên gelêrî ya bi navê Mîrza Mihemed, gurzek çîrok ji herêma Serhedê di nav weşanên Avestayê da çap kiribû.
Dendo ya ku ji 15 çîrok û fabilan pêk tê, bi devoka Serhedê ya resen hatiye nivîsandin. Di deşîfrekirina çîrokan de, bi ti awayî mudaxeleyî zimanê çîrokbêjan nekiriye. Ji xeynî devoka Serhedê, çend çîrok jî ji nav Kurdên êla Celaliyan hatine berhevkirin û bi devoka Celaliyan ya resen hatine nivîsandin. Ev cara yekem e ku devoka Celaliyan evqas zelal dinivîsê de tê bikaranîn. AMED