
Yilmaz Yakut xwedî tecrubeyeke 18 salan ê belavkirina rojnameyên çapemeniya azad e, mebesta serdegirtin û çewisandinên bi ser buroyên rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê û belavkarên wan ew e ku rastiyê asteng bikin û bang li hemû ciwanan kir da ku wek belavkarekî/ê xwedî li rojnameyên xwe derkevin. Rojnamevanên ji çandê çapemeniya azad tên, cara ewil rastî pêkûtiyan nayên. Ji roja ku saziyên çapemeniya azad dest bi weşanê kirî ve rastî gelek çewisandin, êrîş, pêkûtî, cinayetên “kiryar nediyar”, bombekirin, êşkence û girtinan hatin. Yilmaz Yakut ê 18 salan bênavber li navçeyên Sûr û Baxlerê yên Amedê belavkariya rojnameyan kir û her wiha pirtûka “Generalên Piçûk ên Apê Mûsa”nivîsand û behsa van pêkûtiyan kir. Yakut îşaret bi têsîrkêmiya zextên dewletê li ser belavker û xwendevanan kir û got, li Wanê hîna jî 11 hevalên wan ên belavkar di bin çavan de ne û wiha dewam kir: “Li bajarên cuda jî 6 hevalên me girtî ne. Ji ber gelek hevalên me tên binçavkirin û serbest tên berdan, şertê venêrîna edlî li ser wan tê sepandin û îmzeyê didin. Hevalên me tên tacîzkirin. Dest datînin ser motorsikilêtên wan, rojnameyên wan, sîxurî li ser wan tê ferzkirin. Ev hemû pêkanîn ne kêmî yên salên 90’î ne.”
Rojnameyan ez ji mirinê xilas kirim
Yakut bi bîr xist ku niha jî wekî salên 1990’î hefteyê 2-3 caran tên binçavkirin û wiha axivî: “Di salên 90’î de jî em tim dihatin binçavkirin û girtin. Hin pêkûtî û çewisandin bûn sedema hin hevalên me jiyana xwe ji dest bidin. Di 1993’yan de dema min rojname belav dikirin, ji aliyê Hîzbullahê ve min ji stû û newqa xwe 6 derbên satore xwarin. Dema bi birîndarî polîs ji bo îfadedayînê hatin ji min pirsîn, ‘Tu misilman î an?’.” Yakut, ragihand ku Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Gurbetelli Ersoz a jiyana xwe ji dest dayî, dema dihat rojnameyê tim ji belavkaran re digot divê xwe biparêzin û wiha axivî: “Hevala Gurbetelli tim xweparastin bi bîra me dixist. Roja ez rastî êrîşa bi satoran hatim, min wê rojê rojname li newqa xwe û pişta xwe lefandibûn. Bi saya rojnameyan ez ji mirinê filitîm.”
‘Ragihandina rastiya gelekî girîng e’
Yakut got, ji ber êşkenceyên di dema binçavkirinan de nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye û êdî ew nikare belavkariyê bike, lê belê li gel hemû zehmetiyên xwe jî wî bêriya wan rojan kiriye. Yakut, ji bo ciwanên ku îro rojnameyan belav dikin û rastiyan radigihînin gel jî got: “Karê dikin karekî zaf pîroz e. Ji bo gel, ragihandina rastiyan, hişyarkirina gel gelekî girîng e. Dizanim binçavkirin û girtin ne xwendevanên rojnameyê ne jî belavkarên wê natepisîne. Divê hemû ciwan wek belavkaran xwedî li rojnameya xwe derkevin.”
DÎHABER / AMED