Şairê Kurd Mihemed Omer Osman ku wekî Generalê Payîzê dihat nasîn, pêr êvarê di mala xwe de xwe kuştiye.
Asayişa Silêmanî pêr ragihand ku şairê naskirî Mihemed Omer Osman di mala xwe de xwe xeniqandiye û bi vî awî jiyana xwe ji dest daye. Hê kifş nebûye bê ka Mihemed Omer Osman ji ber çi xwe kuştiye. Doh bi hazorbûna bi sedan kesan Mihemed Omer hate definkirin.
Mihemed Omer Osman 1957´an li Silêmanî hatibû dinê, û ji ber navê helbesta xwe navdar “Generalê Payîzê” bi vî navî dihat naskirin. Kitêbeke wî bi Kurmancîkirina Osman Mehmed “Li Xurbetê” 2013´an ji alî weşanxaneya Avestayê ve hatibû çapkirin.
SILÊMANÎ