Tecrîda li ser Birêz Ocalan, kete roja 479an, greva birçîbûna dîlên azadiyê jî kete roja 67an. Ev qonaxa hestî şikandinê ye.

***

Pirraniya dîktatorên bi kiryarên faşîzan navdar, sifîlên ku piştre bûne general in.
Hîtler, dinava van diktarorên faşîst de yê herî navdar e sifîl e. Mussolini, duyemîn diktatorê navdar  û sifîl e. Josef Stalin, sifîlekî ku wek militanê şoreşa October e. Pol Pot,  sazkarê rêxistina Kizil Kmeran e. Ayetullah Humeyni, lîderekî olî ye. Fulgencio Batista, sifîlekî ku ji bo meaş bûye esker û bûye onbaşi. Di onbaşîtiya xwe de darbe kiriye. Ayetullah Humeynî ne di nav de yên din teva piştre bûne general.
Di van mînakên ku mirov dikare zêde bikê de,  herka çemê diktatoran teva, di detspêkê de hêdî hêdî diherike. Piştî ku li ser kursî rûniştin, ji nişka ve bi pêl û şelqên dijwar  herka xwe diguherin.
Teva  jî bi terora  dewletê  rejîma xwe  ya diktatoriyal sazkar kirine.  Teva jî, zarokên  bayê şerê duyemîn yê cîhanê ne.
Li Tirkiyê, terora dewletê û rejîma diktatoriyal, li ser mîrateya Îttîhadiyan  hatiye rûnandin û di gotinên wezîrê ewlekariyê yê desthilatdariya AKPê Vecdî Gonul de, ku  li payîtexta YE Brukselê got: “Eger me, li Ege Rum, li gelek heremên Tirkiyê Ermenî tune nekiribane, îro dewleta neteweyî dernedikete holê”.Ev mikur hatin, îro   bi devê serokwezîrê Tirk Erdogan têne dubare kirin. Ev nifşê dewşirme ne û piştî her qirkirina gelan, kultura wan jî wek mîrateya xwe destnîşan dikin. Mirovên dewşirme bêjî ne, bê esil in û wek “hêstirên şemûs” bê ewle ne.
Serokê dewleta Tirk Tayyip Erdogan  jî, bi herka nerme nerme hate ser desthilatdariyê û hêdî hêdî pêl û şelqên zihniyeta xwe dijwar kirin. Ev dijwarî, îro, di asta herî faşîzan de li nav serûguhên gelê Kurd dikevin.
Tayyip Erdogan, serokwezîr e, lê hêzên komarê teva di şexsê xwe de kom kirine. Ev navê diktatoriya sifîl e. Hîna nebûye general,  lê bi sazkariya sîstema serokatiyê, dixwaze vê jî bidestbixe..
Bê çawa General Salih Omurtak, (1930) Geliyê Zîla bi laşê mirovên Kurd dagirt; Tayyip Erodgan jî, Geliyê Tiyarê ( 22-24 Cotmeh 2011) bi bedena ciwanên Kurd dagirt. Piştî 2 meh û nîvan, Geliyê Roboski jî (28 Kanun 2011) bi laşê zarok û ciwanên Kurd dagirt.  
Dîsa, Tayyip Erdogan, weke teyrên 3 birak, Mustafa Kemal, Îsmet Inonu û Fewzî Çakmak: mina li Dêrsimê, wî jî xwest ku Wanê ji Kurdan vala bike tehcîreke nû bide dest pê kirin. Dîsa siyaseta taybet li dijî Colemêrg û Şirnexê kire pratîkê.
Dîsa wek salên 1930î ku generalên Tirk, li Agiriyê gora betonî layiqî gelê Kurd dîtin, Tayyip Erodgan jî, 10 hezar siyasetmedarên Kurd kirin zîndanê û tevahiya Kurdistanê jî kire zindanek servekirî,  nexşeya Kurdistanê jî bi gorên komî xemilandiye.  Menzîla diktatoriya  Tayyip Erodgan îro, bi xemsarî û provaqatoriya li hemberî grevên birçîbûna dîlên azadiyê û di şexsê wan de haqareta li gelê Kurd de berdewam dike.  Pêlên hovîtiya Tayyip Erdogan,  ku bi cilên sifîl, lê bi fermanên Hitlerwarî, Musolînwarî, Pol Potwarî, Al Başîr û  Pînochetwarî dide, xaka Kurdistanê, bi bombarduman û topbaranên ji erd û ezman, kiriye dojeh.  
Cihana ku dikatoriya generalan û faşîzma wan gunehkar kiriye, di huquqê gerdûnî de mulga kiriye, di exlaq de tune hesibandiye, di vijdan de fetisandiye,  mixabin li  hemberî faşîzma Erodgan bêdeng e. Generalê bê apolet Erdogan, xwedayê faşîzma reş ya li Kurdistanê ye.
General Erodgan, dagirkeriya Kurdistanê kiriye hedefa xwe. Li gorî wî, ev dagirkeriya duyemîn ya Kurdistanê ye û bi hêz-kirina Komara Tirkîtiyê ye. Li her bajarê Kurdistanê, amurên dagirkeriya sedsalê, sere kolanan girtine û Kurd nikarin bi aramî li mala xwe razin. Ji ber ku, palûta faşîzma reş ya Erdogan, şev û roj kiriye yek û ha ha li Kurdistanê ala xwe dibalivîne. Pêjna dewsa mirinê jî şev û roj li ber devê deriyê Kurdistaniyan tê hîs kirin.
Greva birçîbûna dîlên azadiyê kete roja 67an. Ev qonaxa  hestî şikadinê ye. Diktatorê  sedsala bîstûyekê, xwedayê faşîzma li  Kurdistanê, generalê bê apolet Tayyip Erdogan jî, bazirganiya xwîn û mirinê dike. 
Exlak, vijdan, maf û huquqê mirovahiyê, di sedsala bîstan de li Kurdistanê hatiye kuştin. 10 hezar girtiyên Kurd,  bi bedena xwe vijdanê mirovahiyê, exlak û huquqê mirovahiyê şiyar kirin. Dîlên azadiyê, bibîr anî ku faşîzm, li cîhanê hatiye mahkum kirin û faşîzma li Kurdistanê ne rewa ye û ne destînî ye. Dîsa jî, xwedayê faşîzma reş Tayyip Erdogan, hîna bizmaran li tabutan dide, derzan li kefenan dide, li pêşberî cîhanê teva ala siyaseta xwîn û qirkirinê dibalivîne.
Tu dîktator bi faşîzmê abad nebûye, Erdogan jî nabe.