Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Farsê, generalê hêzên muhafizan a ku navenda wê li Qûmê ye Asemî û 5 leşkerên din ên Îranê li bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê di şerê li dijî PJAK’ê de hatine kuştin.
Ajansê derbarê bûyerê de agahiyên berfireh nedaye. Artêşa Îranê ji 16’ê Tîrmehê û vir ve operasyona herî berfireh li ser sînorên başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Artêşa Îranê ya li ser sînor bi cî bûye, her tim xaka başûrê Kurdistanê topbaran dike û şerên dijwar di navbera leşkerên Îranê û gerîlayên PJAK’ê de diqewimin.

PJAK’ê da diyarkirin ku wana hemû hewldanên Îranê yên derbaskirina sînor şkandiye û diyar dike ku zêdetirê 130 leşkerên Îranê di encama şer de hatine kuştin. PJAK’ê hê jî derbarê kuştina generalek û 5 leşkerên li Serdeştê hatine kuştin de tu daxuyanî nedaye.

ANF/SERDEŞT