Generalên Apê Mûsa li Mexmûrê
Belavkerên Rojnama Rojev a Mexmûrê, hem dibistanê dixwînin hem jî belavkeriyê dikin. Zarokên ku di destpêka salên 90´î de rojnameyên çapemeniya azad belav dikirin, bi gotina Apê Mûsa, generalên piçûk bûn.
Îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) jî zarok belavkeriya rojnameya Rojev dikin û haya wan ji dîroka çapemeniya azad û generalên piçûk ên Mûsa Anter (Apê Mûsa) heye.
Rengîn Kanit a 11 salî dest bi belavkirina rojnameyê kir, piştî bi 4 salan, hîna jî her roja înê weke peywireke pîroz Rojevê belav dike.