Girtiya bi navê Ajda Încî ku di bin navê doza KCK'ê de di 3'ê kanûna 2011'an de hate binçavkirin, hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Erziromê. Încî, li Amedê hate binçavkirin, li Agiriyê jî ji aliyê dadgehê ve hete girtin û şandin Girîgeha Tîpa F a Erziromê. Ajda Încî, ku nexweşa dil e, dema bêzar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê bi sedama ku nexwest bi kelepçeyê muayine bibe nehat dermankirin. Hate zanîn ku bêyî Încî muayine bikin ew dîsa şandin girtîgehê.
Piştî Încî rewşa ji bavê xwe re got, bavê Încî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest. Bavê Ajda Încî Hacî Hasîp Încî, di serlêdana ÎHD'ê de diyar kir ku keça wî nexweşa dil e û mayina wê ya qadên girtî rîska wê ya dil zêdetir dike. Bav Încî, da zanîn ku têkildarî nexweşiya keça wê rapor û belge hene û xwest der barê rewşa keça wê de gavên hiqûqî bên avêtin.
'Nehat muayinekirin'
Bav Haci Hasip Înci, da zanîn ku keça w bi rîngê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê û wiha got: "Keça min di maşîney rîngê de ji ser hişê xwe çû. Keça min di hundirê rîngê de nîv saetê li ber çavên leşkeran li erdê hate hiştin. Keça min di bin dorpêça leşker û gardiyanan de birin serwîsa lezgîn. Dema keça min birin doktor westin bi kelepçeyê muayine bikin. Lê ji ber keça min kelepçe qebûl nekir ew muayine nekirin. Rayedarên leşkerî li hemberî vê daxwaza keça min, bêyî ku keça min muayine bikin ew bi paşve vegerandin.

'Divê mehê carekê bê derzîkirin'
Încî, da zanîn ku keça wî nexweşa dil e û divê ji mehê carekê bê derzîkirin û muayinekirin. Încî, da zanîn ku ev pêkanîn di qeydên kamera ya hundirê Rîngê de jî hene, lê li gel wan qeyd xwestine jî heta niha tu tişt nehatine kirin. Încî, bilêv kir ku ji ber keçî nexweşa dil e di girtîgehê û qadên girtî de rîska wê ya tenduristiyê pir zêde ye û xwest ev rewşa wê li ber çavan bê gitin. Înci, bilêv kir ku keça wî di navbera salên 2008-2009'an de li Girtîgeha Gebzeyê di êrîşa leşkekaran de darbeyek giran girt û nexweşî pêre çêbû. Înci, destnîşan kir ku wî serî li Wezareta Dadê jî daye, lê heta niha tu encam bi dest nexistiye.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî diyar kir ku ew dê têkoşîna hiqûqî bide destpêkirin.
Rayedarên girtîgehê jî bûyer piştrast kir û anîn ziman ku dema Încî li maşîna rîngê suyar bû şemitî û ket xwar. Rayedaran da zanîn ku ji ber leşkeran nezanîne dê çawa mudaxale bikin Înci li erdê maye. Rayedaran, da zanîn ku hemû dîmen di kamerayên rîngê de qeydkirîne.


METÎN ÎNAN - DÎHA/AMED