Ji bo tenduristiya giştî ku nexweşî belav nebin û sererastkirina buhayê madeyan, Meclisa Tenduristiyê û Komîteya Zimhêrê ya girêdayî Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê çû serdana dikanên wekî qesab, berber, firne û şîranifiroşan.

Di gera komîteyê de, gelek goştên ku pîs bûne û madeyên xwarinê û xwarinên di qutiyan de ku dema wan bihurîne, desteserkirin.

Her wiha komîteyê di gera xwe ya nava dikanan de xwediyên dikanan hişyar kir da ku paqijya dikanan bikin.

Der barê mijarê de endamên çavdêriyê got, Komîteyên Şopandinê wê gera xwe di nava bijîşkên diranan, dermanfiroş û mexberan de dewam bikin.

 

HELEB