HPG´ê da zanîn ku bi rasthatina Pêngava 1´ê Hezîranê, gerîlayan rêze çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de herî kêm 37 eskerên dagirker hatine kuştin. Di çalakiya li Îdirê de gelek maşînên zirxî hatin îmhakirin û dever demeke dirêj di kontrola gerîla de ma.

Gerîlayên HPG, YJA-STAR û HBDH’ê li Serhed û Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Gerîlayan gelek wesayîtên zirxî îmha kirin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 37 dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên gerîlayan ên li Serhed û Xakurkê eşkere kir û li gorî wê herî kêm 37 eskerên dagirker hatine kuştin.

HPG’ê got, “Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh li dar xistine. Ev çalakî bi wesîleya pêngava 1’ê Hezîranê hatine lidarxistin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin.”

Li Îdirê axir dewrana dijminên Kurdistanê

HPG di daxuyaniya xwe de wiha dewam dike: “Di 1’ê Hezîranê de li navçeya Başan a Îdirê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke şoreşger hat lidarxistin. Wesayîta bi zirx a ZPT û du panzêrên ku ji Başanê diçûn Îdirê, bûn hedefa hêzên me. Hêzên me ji nêz ve li ZPT’ê dan û wesayît îmha bû, panzêrê jî derbên giran xwarin. Ekerên dijmin ên ku xwestin ji panzerê derkevin, hemû hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi gelek wesayîtên zirxî xwest were qadê lê hêzên me ji du aliyan ve li wan jî da. Li vê derê wesayîta zirxî ya Kîrpî îmha bû, wesayîta Amarok û du wesayîtên Reo jî derbên giran xwarin. Hêzên me qad xistine bin kontrola xwe û demeke dirêj nehiştin eskerên dijmin xwe tevbidin. Di vê operasyona şoreşgerî de herî kêm 20 esker hatin kuştin û herî kêm 10 esker jî birîndar bûn. Ev operasyona şoreşgerî ji aliyê HPG, YJA-STAR û HBDH’ê ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê hat lidarxistin.”

Firî firî kontra firî

HPG´ê da zanîn ku di navbera qereqolên Serêkaniyê û Kozîlî yên Bazîda Agiriyê de gerîlayên YJA-STAR’ê 1’ê Hezîranê li dijî wesayîta transît a ku kontra tê de bûn û di çêkirina rêya ewlekariyê de wan dixebitîne, bi çalakiyeke sabotajê 6 kontra hatine kuştin û 2 kontra jî hatine birîndarkirin.

HPG´ê li ser çalakiyeke 31´ê Gulanê jî ev agahî dan: “Hêzên me yên YJA-STAR’ê li dijî eskerên li qereqola Gulîzerkê ya Ebexa Wanê çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di van çalakiyan de serbazek û eskerek hatin kuştin.”

Xakûrkê ji eskerên dagirker re bû mezel

HPG´ê ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî got, “Hêzên me bi çalakiyên bi bandor bersivê dide operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Xakûrkê dayî destpêkirin. Roja 1’ê Hezîranê hêzên me li dijî eskerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Derwêş bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 9 esker hatin kuştin.”

Xebereke din a xêrê ji HPG´ê

HPG´ê wekî din bi bîr xist ku wan 30’ê Gulanê ragihandindibû ku di bombebarana roja 28’ê Gulanê ya li dijî herêma Şêxzade ya Xakûrkê gerîla Rêbaz Mehabad (Reşîd Hasan Nejad) şehîd bûye, lê niha zelal bûye ku piştî bombeberanê gerîla Rêbaz Mehabad şehîd nebûye û bi saxlemî gihiştiye baregeha xwe.

Gerîlayek şehîd bû

HPG´ê herî dawî da zanîn ku di bomberana artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêma Zêyê de gerîlayek şehîd bûye û ew ê agahiyên nasnameya vî gerîlayê piştî ku zelal bû, eşkere bikin.

 

ANF / BEHDÎNAN