Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Qers 3, li Bedlîs 5 û li Amedê herî kêm 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk agahî da, detayên çalakiyên li Amed, Qers û Bedlîsê hatin lidarxisin jî parvekir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

25’ê Nîsanê artêşa Tirk li herêma Dermîrkapi ya girêdayî navçeya Kaxizman a Qersê operasyonek hatiye destpêkirin. Hêzên me di heman rojê de li dijî baskek ên operasyonê çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 6 leşker jî hatine birîndarkirin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra herêm bi ketober bomberdûman kirine. Operasyon 26’ê Nîsanê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

Li Bedlîsê 5 leşker hatin kuştin

20’ê Nîsanê artêşa Tirk li derdorî gundên Horê, Germav, Olekojor, Olekajêr û Papizix a li herêma Şehîd Mizgîn a girêdayî Bedlîsê dest bi operasyonekê kirine. Di heman rojê de saet 17:30’an li ser bersivdayîna hêzên me ya li dijî operasyonê şer derket û di vî şerî de jî 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî hatine birîndarkirin. Dîsa hêzên me li dijî komekî leşker çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehate zanîn. 

Li Amedê şerê dijwar

Artêşa Tirk 20’ê Nîsanê li 7 gundên navçeya Pasûr a Amedê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Artêşa Tirk ku qontara Arkatin, Çiyayê Dorşîn û qontarên wê, Çiyayê Şehîd Hemze, Deriyê Mêrga, Sînak, Goma Dayika û devera Kela Sor digire nava xwe dest bi operasyonekê kiriye.  Hêzên me 22’yê Nîsanê di saet 19:00’an de li devên Serkendal û Eskar komekî leşker xistine kemînê. Di çalakiya li vir de 6 leşker hatin kuştin. Di 23’ê Nîsanê de di navbera komekî gerîlayên me û leşkeran de şer derketiye. Di şerê li vir de kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbûne û 2 gerîlayên me yên jin şehîd bûne. 

Li Colemêrg û Şirnexê operasyon

24’ê Nîsanê saet 10:30’an de gerîlayên me li dijî Tabûra Milê Gurya ya Şirnexê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatiye zelalkirin.

27’ê Nîsanê saet 14:00’an de leşkerên Tirk li devera Deriyê Grana û Govendê ya li ser sînorê navçeya Gevar a Colemêrgê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon hê jî didome.

27’ê Nîsanê saet di navbera 14:00- 15:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk devera Derarê ya girêdayî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. n ANF/BEHDÎNAN