Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, der barê rewşa Mûsilê de ku DAIŞ lê serdest e wiha got: "Destketiyên Kurdistanê îro di bin xeteriyê de ne. Lê Kurdistan ne bêparastin e." KCK'ê destnîşan kir ku hêzên gerîla amade ye ewlekariya başûrê Kurdistanê bike û bi her şêweyên alîkariyê re li gel pêşmergeyan şerê aktîf bimeşîne.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 10'ê hezîranê de herêma Nînova ku Mûsil jî di nav de ye bi dest xist, Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî çeteyên DAIŞ'ê bang li kurd, ereb, asûrî, ermenî, tirkmen û hemû hêzên berxwedêr ên alîgirên demokrasiyê kir ku bi hev re têbikoşin. KCK'ê her wiha destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên Rojava û başûrê Kurdistanê, pêwistiyeke lezgîn bi yekitiya neteweyî ya kurdan heye.
Daxuyaniya Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi vî rengî ye: “Rêxistina talanker-çete DAIŞ, bi alîkariya hin hêzên paşverû yên herêmî û navneteweyî êrîşên xwe gihandiye heta başûrê Kurdistanê. Ev çete ku armanca xwe ya bingehîn tunekirina hebûn û azadiya gelê kurd e, du salan li Rojava li hemberî gelê me komkujiyên xwînxwarî kir. Lê belê li pêşberî berxwedana lehengî ya hêzên YPG û gelê me yê li Rojava li ser hev derb xwar û têkçûneke dîrokî jiya. Dema ji rojavayê Kurdistanê nekarî encamekê werbigire, li başûrê Kurdistanê dest bi komkujiyên hovane kir. DAIŞ di roja îro de, li hemberî xeta berxwedêr a welatparêz şer dike. Rastiya di binê dagirkirina Mûsilê de veşartî jî êrîşa li hemberî tevahiya destketiyên gelê kurd û başûrê Kurdistanê ye.”
KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Rojhilateke Navîn a demokratîk û azad a ji her şêweyên neteweperestiya mezhebî û etnîkî dûr, ji zîhniyeta netew-dewletparêz dûr, ji bo gelên bindest û berxwedêr pêwîst e. Li dijî DAIŞ'ê ku rêxistineke talanker-çete ye, divê gelên kurd, ereb, asûrî, ermenî, tirkmen û hemû hêzên berxwedêr ên alîgirên demokrasiyê bên cem hev û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Gerîla amade ye

Daxuyaniya KCK’ê wiha didome: “Destketiyên Kurdistanê di roja îro de bi gefeke vekirî re rû bi rû ne. Lê belê Kurdistan ne bê parastin e. Gerîlayê Kurdistanê, di serî de Şengal û gelê me yê li başûrê Kurdistanê amade ye parastin û ewlekariya tevahiya Kurdistanê bike. Gerîlayê Kurdistanê xwedî wê hêzê ye ku di her şert û mercî de bersivê bide çeteyên DAIŞ'ê. Hêzên me yên gerîla ji bo pêkanîna ewlekariya gelê me û başûrê Kurdistanê amade ye her şêweyên alîkariyê bide û bi hêzên pêşmerge re bi awayekî aktîf şer bike.”

Pêwistiya yekîtiyê

KCK’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Êrîşên li dijî destketiyên gelê me yên li Rojava û başûrê Kurdistanê careke din nîşan daye ku heta gelê me li çar parçeyên Kurdistanê azad nebe, ti ewlehiyeke mayînde ya parçeyekî tune. Ji ber vê yekê, hem ji bo parastina destketiyên gelê me yên li Rojava û Başûr hem jî ji bo pêkanîna azadiya giştî yagelê me, bi lezgînî pêwistî bi yekitiya neteweyî heye. Ji ber vê yekê em bang li tevahiya rêxistin û hêzên têkoşer ên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku hesabên biçûk ên berjewendiyên xwe deynin aliyekî, ji bo demek beriya demekê kongreya neteweyî bicive werin cem hev û xewn û xelaya sed salan a gelê me ya yekitiya neteweyî ya kurd pêk bînin." 

ANF /BEHDÎNAN