Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî zilm û êşkenceya ku hêzên dewleta Tirk li dayikên Kurd kir, çalakî kirin. Li Îdir û Sîdekanê di çalakiyan de herî kêm 14 eskerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Îdir û Sîdekanê daxuyaniyek da. HPG´ê got, “Sibeha 24’ê Nîsanê (pêr), li dijî eskerên TC ên dagirker ên li ser girekî li ber Qereqola Aydinlar a Îdirê, hêzên me çalakiyek kir. Çalakî weke bersiveke li dijî zilm û êşkenceya li dayikên Kurd tê kirin, li hemberî eskerên li ser gir hate kirin. Di çalakiyê de derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Reo hat xistin ku ji ser gir diçû qereqolê û hêzên dijmin ên li ser gir jî derb xwarin. Dijminê li ser gir nekarî bersivê bide hêzên me û reviya. Bi giştî 11 eskerên dijmin hatin kuştin, 10 esker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên Kobra û balafirên keşfê eskerên xwe yên kuştî û birîndar ji cihê bûyerê bir. Di şer û bomberdûmanê de zerar negihişt hêzên me.

24’ê Nîsanê hêzên me li dijî eskerên TC ên dagirker ên li ser Girê Kevortê yê li Sîdekana Başûrê Kurdistanê, çalakiyek kir. Derbên giran li çepereke dijmin hatin xistin. Di encamê de 3 eskerên dagirker hatin kuştin, 2 esker jî birîndar bûn. ”

 

ANF / BEHDÎNAN