
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona li qada Demîrkapiyê daxuyanî da û diyar kir ku li vê derê 69 eskerên dijmin hatine kuştin. HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar ku wan di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de li dijî eskerên Tirk gelek çalakî li dar xistine.
HPG´ê da zanîn ku 27’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li devera Demîrkapi ya Bazîdê ya bi ser Agiriyê, bi tevlêbûna gelek esker, cerdevan û kontrayan operasyoneke berfireh daye destpêkirin û gerîlayên wan di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de çalakî li dijî vê operasyonê li dar xistine.
Der barê encaman de HPG´ê got, 28’ê Îlonê gerîlayan derb li helîkopteran dane û helîkopter ji deverê dûr ketine. HPG´ê da zanîn ku heman rojê bi alîkariya obus û hawanan, dîsa bi helîkopteran artêşa Tirk xwestiye bikeve deverêm, û gerîlayan dîsa derb li helîkopteran xistiye û nehiştiye artêşa Tirk bikeve deverê.
Heman rojê gerîlayan saet 16.30’an li devera Kirê Gundê Tirkmena, li yekîneyeke operasyonê xist, 5 esker kuştin û 3 jî birîndar kirin.
HPG´ê da zanîn ku 29’ê Îlonê berê sibehê hêzên dagirker ên artêşa Tirk bi alîkariya firfirokên bêmirov xwestine têkevin devera Şehîd Navdar, gerîlayan dor li vê yekîneyê girtiye, û ji nêz ve li vê yekîneyê xistiye. Artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe li deverê hiştin û reviya; gerîla jî çûn ser 20 cenazeyên eskerên Tirk. Di navê de çekeke Kanas jî gerîlayan gelek malzemeyên eskerî jî desteser kirin.
Cenazeyên xwe û birîndarên xwe bombe kirin
HPG wekî din behsa bûyeran dike ku hovîtiya dewleta Tirk jî nîşan didin: “Cenazeyên dijmin heta êvarê di kontrola hêzên me de man. Hêzên dagirker ji bo ku kontrolê têxin destê xwe bi helîkopteran du caran li leşkerên xwe yên li qadê û cenazeyên leşkeran daye. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker piştre qad bomberdûman kiriye.”
Piştî vê bombekirinê, hêzên artêşa Tirk ên dagirker li 9 cihan bûn hedefa gerîlayan û herî kêm 30 esker hatin kuştin, û 18 esker jî birîndar bûn. Heman rojê berêvarê gerîlayan li devera Bûrno Rûto karwanekî eskerî ya artêşa Tirk da, wesaîteke transît û wesayîteke zirîhpoş a Kîrpî îmha kir. Gerîlayan di çalakiyê de herî kêm 8 kuştî û bêhtirî 20 birîndarên artêşa Tirk tesbît kir.
Gerîlayan 30’ê Îlonê nava rojê li yekîneya obus û hawan koordîne dikirin a artêşa Tirk xist û 4 esker kuştin û 3 jî birîndar kirin.
HPG´ê da zanîn ku di operasyonê de gerîlayan ti zirar nedîtiye û herî kêm 69 eskerên Tirk hatine kuştin û 44 esker jî hatine birîndarkirin.
Li deverên mayî jî şer e
HPG´ê da zanîn ku 1’ê Cotmehê saet 18.00’an gerîlayên li girê ewlekariyê yê qereqola Xapînokê ya Mûtkiyê ya ser bi Bedlîsê xist, yek jê pilebilind 3 eskerên artêşa Tirk kuştin.
Heman rojê nava rojê gerîlayan li Çeperê Şêxa yê Çelê ya ser bi Colemêrgê çalakiyeke bi bandor li dar xist, lê hejmara eskerên kuştî nehat tesbîtkirin.
Li Bakur û Başûr artêşa Tirk şikest xwarin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh daxuyaniyek derbarê çalakiyên sê rojên bihurî yên gerîlayan de jî belav kir û got, li gelek herêman gerîla çalakî li dar xistine û li Barzanê 5, li Çelê 6, li Dersimê 6, li Agiriyê 10 û li Şirnexê jî 5 eskerên Tirk hatine kuştin.
HPG’ê got, artêşa Tirk 27’ê Îlonê li derdora Tepê Xwedê yê herêma Barzanê ku li nava axa Başûrê Kurdistanê ye dest bi operasyonê kir û ev operasyon hîna dewam dike.
Gerîlayan 2’ê Cotmehê nava rojê li eskerên li girê Bayrak xist, 2 çeper rûxandin, û herî kêm 5 eskerên Tirk kuştin.
Grîlayan di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de jî 1’ê Cotmehê li girê Qela Merganiş a navçeya Çelê ya Colemêrgê li çeperên eskerên malzeme dibirin gir xistin, 3 çeper rûxandin û herî kêm 6 esker jî kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk xwest bikeve herêma gerîla, lê di encama derbên bi tesîr de nikarî; di şerê hingê de hejmara eskerên kuştî HPG´ê nikariye tesbît bike.
Gerîlayan 2’ê Cotmehê li girê Girê yê navçeya Çelê 14 roket li çeperên eskerên Tirk xistin, lê hejmara kuştiyan nehat tesbîtkirin.
Gerîlayan derb li eskerên Tirk ên li derdora gundên Hêstiran, Hirsizpinar û Golbasan ên Dersimê kemîn danî, dan û 2’ê Cotmehê li nêzî gundê Golbasanê 6 esker kuştin, eskerek jî birîndar kirin.
Li Agiriyê 10 eskerên din hatin kuştin
Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, gerîlayan 2’ê Cotmehê wesayiteke transît a ku kontra û eskerên Tirk tê de bûn û ji tabûra Tûjik a navçeya Bazîd a Agiriyê diçû herêma ku dîwar di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tê lêkirin, çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de wesayîta transît bi temamî hate îmhakirin û bi qasî ku hate tespîtkirin 10 esker hatin kuştin.
ANF / BEHDÎNAN