Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Gabarê li dijî eskerên operasyon dikirin, çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 13 eskerên Tirk hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG´ê got, “Artêşa Tirk a dagirker di navbera 4-6’ê Gulanê de li herêma Gabarê ya Botanê dest bi operasyonekê kir. Di vê operasyonê de ku gelek esker bi desteka teknîkê beşdar bûn, hêzên me yên gerîla hin çalakî kirin. Di encama çalakiyan de operasyona dijmin hate têkbirin. Li gorî vê yekê;
13 eskerên Tirk hatin kuştin
4’ê Gulanê li qada Findikê ya herêma Gabarê, hêzên me yekîneyên dijmin ên operasyonê şopandin û saet 16:30’î li dijî baskekî operasyonê çalakiyek kir. Ji cihekî ji nêz ve li yekîneyê hate xistin û di encamê de 2 eskerên dijmin hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. 5’ê Gulanê saet 06:30’î li qada Navserê bi piştgiriya balafirên keşfê û helîkopterên kobra operasyonekê dest pê kir. Heman rojê saet 15:30’î hêzên me li qada Şehîd Aras xwe berdan nava hêzên dijmin û ji 2 baskan ve çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku bi rêbaza fedayî hate kirin, derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin. Di şer de 7 eskerên dijmin hatin kuştin. Dijmin saet 16:30’î 4 caran bi helîkopterên skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin zêdetir e. Arteşa Tirk a dagirker ku di du rojên destpêkê yên operasyonê de derbên giran xwarin, 6’ê Gulanê operasyon berfirehtir kir. Li dijî yekîneyeke dijmin a li qada Şehîd Osman, heman rojê saet 16:30’î hêzên me çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de ku bi sekvanî hate kirin, 4 eskerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Operasyon bê encam ma
Piştî çalakiyê, hêzên dijmin êvara 6’ê Gulanê bi rengekî bê encam ji qadê vekişiyan.
Di pêvajoya operasyona 3 rojan de, bi giştî 13 eskerên dijmin hatin kuştin, gelek eskerên dijmin jî birîndar bûn. Lê belê Fermandariya Giştî ya artêşa Tirk û çapemeniya şerê taybet, mîna her carê rastî berevajî kir û bi rengekî derewîn ragihand ku 3 eskerên dijmin mirine û hevalekî me şehîd bûye. rastî ew e ku di vê operasyonê de ti zirar li hêzên me nebûye.
Bi fedayî û baweriya Apoyî
HPG´ê li ser şêwaz û taktîkê şer jî got, “Ev pêvajoya çalakiyan ku nîşan dide, bi rêbaza lêdana fedayî û afirîneriya taktîkî, operasyon çawa tê têkbirin, di heman demê de bidawîkirina bi rengekî serketî ya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê ye. Her wiha destpêkirina Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever e. Em dibêjin, li ser bingeha biryardarî, fedayî û baweriya Apoyî, dewlemendî û afirîneriya taktîkî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên jinûve ava bûne, wê ti astengiyan nas nekin û di pêvajoya nû ya pêngavê de serketinê ji hêzên li herêma Botanê hemûyan re dixwazin.”
Li ser Girê Lêlikanê çalakî
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 7’ê Nîsanê li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî eskerên artêşa Tirk ên li ser Girê Lêlikanê, hêzên me çalakiyek kir. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.”
ANF/BEHDÎNAN