HPG´ê da zanîn ku gerîlayên HPG´ê li devera Çiyayê Reş girê artêşa Tirk lê bicihbûyî, bi çalakiyekê di nava 5 deqîqeyan de kontrol kiriye û herî kêm 15 eskerên artêşa dagirker kuştine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya “pêngava şoreşgerî” de gerîla li Sêrtê ketin hundirê çeperên hêzên dagirker ên Tirk û derbên giran li wan dan. Di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 eskeran jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, ku hêzên wan li herêma Botanê dest bi “Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê” kirine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Di vê çarçoveyê de û di salvegera hefteya lehengiyê de gerîlayên me roja 30’ê Adarê saet 05:40’î li nezî gundê Girdara yê qada Çiyayê Reş a Sêrtê, li dijî leşker û kontrayên artêşa TC a dagirker ên li ber bendava Ilisû (li devera Germavê) bûn, çalakiyeke berfireh kir.
Çeper hemû hatin rûxandin
Ji nêz ve derbên giran li girê ku yekîneyên dijmin li ser bûn, hat xistin û di nava 5 deqeyan de kontrola gir bi temamî kete destê hêzên me. Hêzên me yên xwe gihandin ser gir, çeperên dijmin yek bi yek îmha kirin.
Hêzên me çûn ser 10 cenazeyên eskerên dijmin û gelek çek û malzemeyên eskerî ji ser dijmin rakirin. Di encama vê çalakiyê de 15 eskerên dijmin hatin kuştin, zêdeyî 10 eskerên dijmin jî birîndar kirin.”
Çek û cebilxaneya desteserkirî
HPG´ê wekî din da zanîn ku di çalakiyê de gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin û hin jî hatine îmhakirin, û wiha dewam kir: “Malzemeyên ku ketin destê hêzên me ev in: 2 çekên G3 û 5 şarjorên van çekan, êlekekî êrişê
- 2 çekên AK-47
- Gelek malzemeyên eskerî.
Hêzên me her wiha agir berdan çekeke giran a A4 a li ser gir û îmha kirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi qasî saetekê bi desteka balafirên bê mirov û helîkopterên tîpa Kobra eskerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkopterên Skorsky rakirin. Helîkopterên Skorsky 4 caran xwe li herêmê danîn û rabûn. Hêzên dagirker piştî ku eskerên xwe yên kuştî û birîndar ji herêmê rakirin, dest bi operasyonê kir. Operasyon hê dewam dike.”
Pêngava Serketinê li Serhedê
HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li Serhedê gerîlayan roja 3’ê Nîsanê sibehê li wesayiteke eskerî ya tîpa connect a eskerên ji qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazîdê ya ser bi Agiriyê tê de bûn, çalakiyek kir. Gerîlayan ji nêz ve derb li wesayitê xistin, lê hejmara eskerên kuştî nehat tespîtkirin.
Li Şemzînanê 5 esker hatin kuştin
HPG´ê wekî din da zanîn ku 3’ê Nîsanê berêvarê, gerîlayan li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker, li mintiqa Tepê Xwedê ya li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê bi çalakiyeke sabotajê 4 esker kuştine.
4’ê Nîsanê jî danê sibehî gerîlayan li mintiqeya Tepê Xwedê çend çalakiyên sabotajê kirin û di encamê de herî kêm eskerek kuştin.
HPG´ê di daxuyaniyê de got, gerîlayan 2’ê Nîsanê piştî nîvrojê li devera Tepê Kuroşîno yê navçeya Qilaban a ser bi Şirnexê, balefireke bêmirov a artêşa Tirk xistiye xwarê.
ANF / BEHDÎNAN
Li Çiyayê Agiriyê û Dêrsimê şer
Li gorî nûçeyên çapemeniya dewleta Tirk, li Çiyayê Agiriyê doh nîvrojê şer di navbera eskerên Tirk ên dagirker û gerîlayên HPG´ê de qewimî. Li gorî heman çavkaniyên dewleta Tirk a dagirker, du eskerên artêşa dagirker ên ku beşek ji hêzeke operasyoneke eskerî bûn, di şer de birîndar bûne.
Çapemeniya Tirk wekî din cih da nûçeyeke şer ji Dêrsimê jî. Li gorî vê, li herêma Alîbogazî ya Dêrsimê teqînekê rû da û çawîşekî pispor ê artêşa Tirk a dagirker birîndar bû. Ev esker jî beşek ji hêzeke operasyoneke eskerî ya li deverê bû.
Gerîla di 5 deqîqeyan de artêşa Tirk şikand