Li Qeretepe û Hemrîn operasyon
Piştî ku hêzên HPG, Pêşmerge û artêşa Iraqê nahyeya Celewla ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin, pêşmerge û artêşa Iraq operasyonek li ser gundên derdora Qeretepe û herêma Hemrîn dan destpêkirin. Derbarê van operasyonan de serokê civata nahyeya Qeretepe Rehîm Ezîz got: “Hêzên pêşmergeyan li sînorê Qeretepe ji bo azadkirina gundên dibin destê çeteyên DAIŞ’ê de dest bi operasyonê kirin. Heya niha hinek gund ji destê çeteyan hatine derxistin û dibin kontrola pêşmergeyan dene.” Li aliyê din li sînorê Kerkûkê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û pêşmergeyan de şer û pevçûnên dijwar rûdidin. Şer piranî di navbera gundên Mele Ebdullah û Riyaz berdewam dikin.
ROJ NEWS/KERKÛK