Ji bo gerîla Egîd li wargehê bi organîzasyona Saziya Malbatên Şehîdan û malbata gerîlla Egîd pêr bi tevlîbûna gelê wargehê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Merasîm, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.

Li ser navê malbatê jî bavê Egîd, Ehmed Brahîm bixêrhatina hemû kesên tevlî merasîma bîranînê bûn kir û da xuyakirin ku ew weke malbata Egîd bi şehadeta kurê xwe serbilind in û ew ê şopdarên doza wî bin. Her wiha dayika Egîd, Dayik Sosin jî li ser şehadeta kurê xwe got: "Egîd ne şehîdê me tenê ye, şehîdê hemû gelê Kurd e. Serê Rêber Apo û yê gelê Kurd sax be, em ê şopdarê doza wî bin."
Dayik Sosin herî dawî jî bîranînek kurê xwe bi vî rengî anî ziman: "Egîd hîn biçûk bû, rojekê min teyb vekir, strana ku li ser hevalê Egîd (Mahsum Korkmaz) hatibû gotin min guhdar dikir. Piştî stran bi dawî bû min ji xwe re got: ‘Xwezî Egîdekî min ê wekî te heba.’ Wê demê Egîd li rex min bû, ji min re got, ‘Dayê ez soz didim ji te re, ez ê bibim wekî hevalê Egîd.’”
Piştî axaftinan, xwarin hat xwarin û merasîm bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Gerîla Egîd di 13’ê Tebaxa sala 1978’an li gundê Bileh ê bi ser navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bû. Di 13’ê Tebaxa sala 1993’yan li gundê Bileh tevlî nav refên gerîla dibe, di 13’ê Tebaxa sala 1998’an di encama şerekî dijwar ê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk ku bi hevkariya hêzên Başûr re tevdigeriyan li Garê Tepê Aslan jiyana xwe ji dest da. 

ANF/MEXMÛR