HRKê di derbarê şerekî de ku 6ê Îlonê li derdora bajarê Seqiz rûdaye jî ev agahî dan:"Roja 6’ê îlonê grûbek hevalên me dema ji bo pêkanîna erkekê li herêma Seqiz e, dikevin kemîna hêzên rejîma Îranê û şer derdikeve. Di encama vî şerî de ji hêzên rejîmê 3 kes tên kuştin û gerîlayekî me jî jiyana xwe ji dest dide." HRK’ê diyar kir ku ji ber qutbûna têkiliyê, wan nekariye encamên vî şerî heta niha eşkerekirin û li gor daxuyaniyê nasnameya gerîllayê jiyana xwe ji dest daye weha ye: Rewan Ferho, bi nasnav Sebrî Botan, sala 1988 a li navçeya Qamişlo Tirbespiyê li Rojavayê Kurdsitanê jidayik bû, sala 2010ê li Ewropa tevlî nav rêzên tevgera azadiyê bû. HRKê di dawiya daxuyaniya xwe de, di serî de malbata gerîlla Rewan Ferho, sersaxî li hemû gelê kurd kir û got:"Bi rihê berxwedan û xweragiriya Qendîlê û peymana xwe ya bi hemû şehîdên xwe re nû dikin ku emê heta serketinê têkoşînê berdewam bikin."
ANF/ŞAHO