Tevî gelek welatiyan namzetên HDP'ê yên Erzîromê û hevşaredar tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî bicihanîna wecîbeyên dînî cenaze bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hat definkirin.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn bavê Gurkan, Îdrîs Gurkan axivî û got: "Ev ciwanên hêja ji bo em bi rihetî bijîn canê xwe fida kirin. Divê her kesê dibêje, ez Kurd im, destê xwe deynê ser wijdana xwe. Polîtîkayên îmha û tinekirinê bibîne û li gorî wê di 1'ê Mijdarê de biçe ser sindoqan. Hilbijartin ji bo gelê Kurd şensê dawî ye. Şiyar ji bo zarokên Kurdan bi ziman û rûmeta xwe bijîn şehîd ket. Eger em bêjin bila Şiyarên din nemirin divê her kes di hilbijartina 1'ê Mijdarê de Kurdistanê ji AKP'ê paqij bike."


 ANF/ERZIROM