Parlamenterê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP’ê yê Bedlîsê Orhan Bezîrganoglu, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan û gelek kesên din tevli merasîma cenaze bûn. Di ketina gund de cenazeyê Guven ji wesayîtê hate girtin bû bi sloganên “Bijî Serok Apo”,  “şehîd namirin” , “PKK gele gel li vir e” û “Berxwedan Jîyanê” birin mizgefta gund. Piştî vecîbeyên olî bi cih hatin cenaze li goristana gund hate definkirin. Pişt re Nûnerê MEYA-DER’ê yê Bedlîsê Nîhat Karababa axivî û wiha got: “Di têkoşîna 30 salan de Kurdan gelek serkeftinên mezin bi dest xistin. Di vê pêvajoyê de gelek serokwezîr, serokomar û hikûmet hatin û çûn. Heke AKP jî vê pirsgirêkê çareser neke dê bi xwe têk biçe”
Parlamenterê BDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu jî diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd gelek bedelên mezin dan û wiha got: “Her şehîdê Kurd ên ku li Kurdistanê tê definkirin di destketiyên Kurdan de tê jiyîn. Ji ber vê yekê ya dikeve berê me ew e ku em têkoşîna wan bidomînin e.” Zenderlîoglu, bang li gelê Kurd jî kir û bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin. Apê Endamê HPG’ê Guven Hasan Guven jî axivî û wiha got: “Berî her tiştî serê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ê ku salek zêde ye di tecrîda giran de ye serî wî sax be. Ez tecrîdê şermizar dikin. Serê gelê Kurd sax be.” Guven ji hemû kesên tevli merasîm bûn spasî kir. 

  DÎHA/BEDLÎS