Niha ez fam dikim ka bê çima ewqas Kurdan karîne bi sedê salan li gel hemû êş û zoriyan xwe li ser piyan bigirin. Derdê xwe ji bîr nekirine lê bi derdê xwe jî nemirine û tine nebûne. Ji bo gelek netewan roja şîn û şahiyê diyare, lê ji bo Kurdan êdî ewqas ev herdu tişt di nav hevde û bihevre meşiyane, êdî ji xwe re kirine barek û di bin de bi hezarê salan rêwîtî kirine. Ev gel çi dilekî di sînga xwe de digerîne gelo, gotina ku mirov dikar bêje û bes.
Dîmenên li hemû devrên Kurdistanê bi taybet li cihek wek Şengal û Kobanê ku piştî wê fermanana xedar, birînên xwe bi pêxistina agirek biçûk jî be gerim dikirin. Piştî her ferman, zilm û zordariyê herkesî xwe digihande çirûskek agir, herkesî xwe davête ber dergahekî pîroz.
Piştî meşa gerîla û pêşmergeyan li Silêmaniyê, min temaşeyî çend dîmenên Raperîna li başûrê Kurdistanê kir. Bi awayekî Başûr Raperînek din dijiya. Gelê başûrê Kurdistanê jî îsal gelek şehîd dan, hema di şeva Newrozê de canaze çûne hinek bajaran. Lê kesî agirê ber deriyê xwe nevemirand, ji ber di nav Kurdan de kevneşopiyek wusa heye ku nabe tu avê li agir bikî û bivemirînî, dibêjin gunehe. Erê jixwe gunehê wê agirê li stuyê kesên ku dixwazin bê vemirandine. Hatina gerîla û beşdarbûna di merasimek leşkerî de, ruhek nû dida ber Silêmaniyê. Di bin ewrên dagirtî de te digot qeyê roj li rûyê mirovan dide û ji kêfxweşiyan şewq dide. Wezîfedarek ku bi seatan bê ku biweste, li gel gerîlayan ji bo ewlekariya wan çavê xwe kêliyekî ji wan nedigirt û bi kîlometran ku gerîla di nav kolanan de meşiyan, bi wan re diçû. Dayika ku çendek berê niha kurê xwe yê pêşmerge jidest dabû, ji bo bigihêje gerîlayan, li pey wan dibeziya. Ciwanê ku ji kêfxweşiyan bi dengê bilind digiriya û yên ku nedizanîn çi diqewime li Silêmaniyê, ew jî dibeziyan û xwe digihandin cihê ku gerîla li wir bûn. Dengê qêrîna ‘gerîla’ hêj di guhê hemû kesên ku wê rojê li wir bûn de ye. Balkêş bû kesî li cihek cuda temaşe nedikir herkes ji bo ku tenê gerîlayekî bibîne, di nav liv û tevgerê de bû. Yan jî gelek kes hebûn ku nedizanîn çi diqewime, ji yên derdora xwe pirs dikirin bê ka çi bûye, piştî bihistina gerîla hatine, te êdî ew nedidît! Xelkê Silêmaniyê xwe gelekî bi şans dibînin ku di Başûr de yekem bajarin ku bûne şahidê bûyerek ewqas dîrokî, wek kû gelek caran şahidî ji gelek bûyeran re kiriye. Êşên bajêr geleke ji ber ewqas cenazeyên ku bi ser wan de diçe lê hinek hatibûn birînên bajêr dipêçan, hinek hatibûn nedihêştin xêrnexwaz agirê kuçe û kolanê bajêr bitefîne. Êdî hemû xelkên bajêr bi kêfxweşî ji hevre dibêjin; ‘Gerîla hatî bajarê me’. Mirovên ji nifşa roj û agir bixwe re ne av agir anîbûn, hatibûn gur bikin vê agirê azadî û biratiyê. Hinek hatibûn dîsa nifşeke nû fêrî wê bikin ku çawa hem kelegirî hem jî kelecanî bin û em hemû dîsa fêrî hunera binxistina êşên ku dike me bikuje bûn, ew jî di rojekî de!