Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, civata Êzîdî ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li êrîş û komkujiya çeteyên DAIŞ‘ê rast hat, ji bo jiyana xwe bidomîne li ber xwe dide. Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê û meşandin operasyona rizgarkirina Şengalê, sedema herî mezin a mayîna gel li çiyayê Şengalê ye. Gelê ku li cihê herî bilind ê Çiyayê Şengalê li herêma Çilmêranê dijî, diyar dikin ku ew bi hebûna gerîla re li vir in û gotin, „Yekane sedema jiyana me ya li vir gerîla ye.“
Halît Hesen ê li çiyayê Çilmêranê dijî got, „Dema em ji komkujiyê reviyan, me xwe li herêma herî bilind a çiyayê Şengalê li Çilmêranê girtin. Ji ber ku me bihîst ku yên li vê derê parastinê dikin hêzên gerîla ne. Eger gerîla li Şengalê nebûna, em kêliyekê jî li vir nedibûn. Yekane hêza me ya parastinê gerîlayên HPG û YJA Starê ne. Naxwe em nikaribûn deqeyekê jî li Şengalê biman.“
Hesen bal kişand ser xêrxwaziya gerîla û bandora jiyana wan û got, „Bi gerîla re em li cihê pîroz Çilmêran e. Ev çiya cihê me yê Pîroz e. Niha li vê derê em bi gerîla re dijîn. Li vê derê me diparêzin. Jiyana wan gelekî bandorê li me dike. Li vê derê ji her alî ve alîkariyê didin me.“

‘Ger gerîla biçe gel jî li herêmê namîne’

Hesen  bal kişand ser alîkariya gerîla dide gel û destnîşan kir ku gerîla hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve alîkariyê didin gel. Hecî got, „Gerîla ji her alî ve alîkariyê didin me. Zarokên me rizgar kirin. Xwarin, vexwarin ji me re anîn. Niha bi şev û roj ewlekariya civata me ya Êzîdî dikin.“ Hecî destnîşan kir ku eger hêzên gerîla li Şengalê nemînin, gel jî wê nemîne. Hesen Omer jî anî ziman ku ji ber hebûna gerîla ya li Şengalê ew gelekî kêfxweş in û got, „Dema ferman rabû, gerîla hatin Şengalê em parastin. Gerîlayan extiyarên me danîn ser pişta xwe û derxistin çiyê. Em niha li cihê herî bilind ê Çiyayê Şengalê li Çilmêranê ne.


ESTER AŞMÎ
ANF/ŞENGAL