´Gerîlayan di oxira vê axê de gelek şehîd dan. Ji bo vê pêwîst e ku Kerkûkî dilsoziya gerîlayan a li hemberî vî bajarî ji bîr nekin û ji bo qendîl û gerîlayan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin mertalên zindî.´

Li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk nerazîbûna xelkê herêmê zêde dibe. Rojnamevan, welatî û çavdêrên siyasî yên bajarê kerkûkê li ser rol û bandora gerîlayan ya ji bo parastina xaka Kurdistan û xelkê sivîl axivîn.

Rojnamevan Xebat Necmedîn bal kêşand ser bombebarana dewleta Tirk û qetilkirina xelkê sivîl û got; “Dema ku çeteyên DAIŞ dixwestin Kerkûkê dagir bikin, gerîlayên Kurdistanê ji bo parastina bajarê Kerkûkê ji Qendîlê hatin. Ji bo vê ez ji bo hemû wan hêzên Kurdî yên di çarçoveya hêzên nîştimanî de ne, dibêjim;  ‘Gerîla hêza me bi xwe ye û divê em alîkarê wan bin´. Ti cûdahiya Kurdan nîne. Ez dixwazim hemû aliyên Kurd peywendiyên xwe asayî bikin û ji bo yekitiya gelê Kurd kar bikin. Ger ev yek pêk were em ê bikarin pîlanên dijmin pûç bikin. Li gorî min lidarxistina kongreya netewî, zimanê serkeftina neteweyên Kurdistan û gelê Kurd e.”

Gerîla Kerkûk parast

   

Welatiyê bi navê Helwêst Kake Weysî jî behsa rola gerîlayan di parastina Kerkûkê de kir û got; “Dema ku çeteyên DAIŞ nîvê Iraqê dagir kirin û pîlana êrişa ser Kerkûkê pêkanîn, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê bi canê xwe û bi hevbeşiya pêşmergeyan hatin Kerkûkê. Gerîlayan erkê parastina welêt û vî bajarî weke erkê xwe dîtin. Ger em rastiyê bêjîn, rolek girîng yê gerîlayan di şikestina pîlanên DAIŞ yên herêmê û Herêma Kurdistanê de heye. Gerîlayan di oxira vê axê de şehîd dan û xwîna xwe rijandin. Ji bo vê pêwîst e ku Kerkûkî dilsoziya gerîlayan a li hemberî vî bajarî ji bîr nekin û ji bo qendîl û gerîlayan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin mertalên zindî.”

Divê xelkê Kerkûkê gerîlayan ji bîr nekin

 

Çavdêrê siyasî yê bi navê Burhan Hacî Silêman jî, xebat û bandora gerîlayan ya li Kerkûkê bi rêzdarî silav kir û got; “Her hêza netewî ku di dema zor de bi hawara Kurdistanê û Kerkûkê hatibe, divê bi rêzdarî û weke çavkaniyek ya hêzên nîştimanî danûstandin li gel were kirin. Gerîla bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re, bi hewara xelkê Kurdistanê hatin. Gerîlayan bi hewara Kerkûk, Şengal û Mexmûr hatin, ev jî tê wê wateyê ku hêza gerîla, hêzek nîştimaniye. Niha dema wê ye ku em piştgiriya hêzên ku bi hewara xelkê Kurdistanê hatine bikin. Çawa pêwîste em piştgiriyê li hebûna wan hêzan bikin, divê rêz ji xebat û têkoşîna wan re jî were girtin. Divê xelkê Kerkûkê gerîlayan ji bîr nekin û ji bo wan xwe bikin mertalên zindî.”

 

ROJNEWS/KERKÛK