Fermandarê Biryargeha NPGê Dr. Bahoz Erdal qala şerê îsal ê gerîla kir û got, artêşa Tirk bi ser neketiye, lewma bangeşeyên pûç dike.
Erdal diyar kir ku hêzên gerîla bi awayekî nû şer dikin û ev yek dewleta Tirk har dike û got, awayê rastî yê gerîla wê 2020’an xwe nîşan bide.
BÊRÎVAN DÎCLE / ANF/BEHDÎNAN
Yek ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal tevlî bernameyeke taybet a Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Felat.
Erdal, di axaftina xwe de piştî ku şehîdên berxwedanê bi bîr anî û dûrûdirêj qala xisletên wan kir, li ser pêvajoya şerê demê axivî:
Dijmin hem li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li hin deveran ket nava tevgerê. Ev tevgereke giştî ya dagirkeriyê ye. Bi propaganda û şerekî psîkolojîk vî tiştî derdixînin pêş, mirov dibêje qey her der fetih kirine. Piştî van tevgerên xwe agahiyên vala didin. Qaşo li Serhedê di nav 2 rojan de 15 heval şehîd bûne. Tiştekî wisa tune. Li wê derê 2 hevalên me bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne. Ji bo qada Botanê jî hejmarên zêde didin, li wê derê jî bi vî rengî ye. Li Cûdî, heval Andok û Adil heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn. Li wê derê dijmin jî derbên giran xwar, lê qet qala vî tiştî nakin. Ji xeynî van tiştan operasyonên wan ên payîzê bi ser neketin. Ji ber vê jî zêde propagandayê dikin, dixwazin bandoreke neyînî li ser moralê gerîlayan bikin û bi şerê psîkolojîk bandorê li ser gelê me bikin.
Gerîla pozîsyona xwe parast
Dijmin bi operasyona li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê qiyamet rakir lê encamên pratîk ne wisa bû. Derbeke mezin li gerîla nehate xistin û qada tevgerîna gerîla nehate sekinandin. Erê hevalên me şehîd bûn lê dijmin jî negihişt armanca xwe. Di mehên havînê de dijmin operasyon li dar xist lê gerîla jî çalakiyên mezin li dar xist. Dijmin dixwest gerîla li Bakurê Kurdistanê tasfiye bike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pergala me ya rêxistinî qels bike. Lê di payîzê de derket holê ku ev tişt pêk nehatiye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bala xwe dan ser êrîşên hewayî. Ji bo ku têkçûnên xwe yên di havîn û biharê de telafî bikin, di payîzê de ev operasyon kirin. Lê ev operasyonên wan ên di payîzê de bê encam man.
Belê, dijmin dikare operasyonan bike, dikare êriş jî bike, di vî şerî de dibe ku şehîdên jî hebin, lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê careke din ispat kir ku têk naçe. Gerîla careke din ev ders da dijmin. Ji ber ku gerîla hêzeke welê ye ku di şer de têk naçe. Têkçûna artêşa Tirk ispata herî mezin a vê yekê ye. Heta ku gerîlayên Kurdistanê hebin artêşa Tirk mehkûmî têkçûnê ye. Konsept û siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku xwe dispêre qirkirinê li pêşberî gerîla ti carî nikare bi ser bikeve. Heta ku gerîlayên Kurdistanê li çiyê bin wê artêşa Tirk têk biçe. Pratîka sala 2019’an careke din ev rastî ispat kir.
Di navbera çiyê û zindanan de ruhek heye
Divê hevrêyên li zindanan zanibin ku di navbera gerîla û zindanan de hevrêtiyeke ruhî, hestwarî û îdeolojîk heye. Gerîla dilê xwe ji bo hevrêyên li zindanan lê dixe, ji berxwedana wan moral û kelecaneke mezin werdigire. Yanî di navbera berxwedana li zindanan û ya li çiyê de têkiliyeke gelekî xurt heye. Bi vî rengî berxwedana li zindanan bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê silav dikim.