Ehmed Gerdî îdeayên ku berdela derketina PKK’ê ji Başûr Pêşmerge jî ji Kobanê vegeriyaye got ku ev tenê propogandayên dijmine.Gerdî wiha dewam kir: “Tiştek wisa nîne. Gerîla li gor pêwîsteiyekî li Başûr e û wê li vir bimîne. Hêj li Başûr şer berdewam dike. Gerîla, pêşmerge û şervan hêza parastina gelin ger pêwîst bike ewê li her deverî şer bikin.”


’Ger pêdivî hebe, ezê dîsa herim’

Fermandarê pêşmergeyan li ser pirsa ku gelo pêşmergeyan hemû çekên xwe bi xwe re ji Kobanê anîne, got: “Pêşmerge bi çekên xwe vegeriyan ji ber ku ji bo leşkerekî çek tişteke ku nabe jê dûr be. Li gor lihevkirina me bi YPG’ê re hinek çêk ku pêwîst bûn li wir man lê pêşmergeyan piraniya çekên xwe anîne.”

Gerdî her wiha got ku ti pêşmerge di halê hazir de li Kobanê nemaye lê ev jî zêde kir ku ger pêwîst bike û çi dema ji wan re destûr were, wê carekedin biçin Kobanê û got: “Ez bixwe carek edin amade me wek yekem kes biçim Kobanê.”

 Fermandarê pêşmerge Ehmed Gerdî îdeayên ku dibêjin ji ber ku Tirkiye nedixwest pêşmerge li wir bi çekên xwe bimîne derewand û got: “Hêzên me bi kordîneya Tirkiyê ji sînor derbas bû, çû kobanê û dîsa bi heman awayî vegeriya. Ti peywendiya vê mijarê bi Tirkiyê re nîne û li gor lihevkirina bi YPG’ê re pêşmerge vegeriya.”


 ROJNEWS/ HEWLÊR