Gerîlayên HPG û YJA/Starê derbên giran li artêşa dagirker da.
Li Xakurkê, Botan û Dêrsimê bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da.
HPG´ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me 19’ê Gulanê li herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên hemwext li dar xist. Hêzên me li Girê Lêlikanê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuştî û birîndaran nehat tespîtkirin. Balefirên şer û helîkopteran li derdora Girê Şehîd Şervan û Girê Lêlikanê da.
YJA Starê li wan da
Artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Elî Dirêj ê herêma Xakurkê kamerayên mobese û panelên rojê bi cih dike. YJA Starê bi çalakiyekê ev panelên rojê û kamerayên mobese kirin hedef û hemû îmha kirin. Di van çalakiyan de tiştek bi hêzên me nehatiye.
Li Botanê 5 esker hatin kuştin
17’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li herêma Gundikremo yê Cûdiya Şirnexê operasyonek da destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de,18’ê Gulanê yekîneyeke operasyonê xiste bin kontrola xwe û li wan da. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hêzên me bi selametî vegeriyan cihên xwe.
Artêşa Tirk a dagirker di 11’ê Gulanê de li qada Şehîd Hemze ya di navbera Gêxiya Çewlîgê û Pulumura Dêrsimê de bi tevlêbûna kontra û cerdevanan operasyonek da destpêkirin.
Di 11’ê Gulanê de saet di 13.30’î de dema ku operasyonê xwest xwe bera nav qadê bide, hêzên me ji 3 aliyan ve li wan da. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hevala me Şîlan (Zîlan Tek) li hemberî dijmin bi qehremanî şer kir û şehîd bû.
Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:
Şîlan Sêrt (Zîlan Tek) a li Sêrtê ji dayik bûyî.
Di heman rojê de hêzên me yekîneyên dijmin xistin bin kontrola xwe û ji nêz ve lê dane. Di vê çalakiyê de jî 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerên kuştî û birîndar ji qadê derxistin. Di vê çalakiyê de hêzên me bi selametî ji qadê vekişiyan.
Di 13’ê Gulanê de saet 17.30’î balefirên şer û helîkopterên artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de du hevalên me şehîd bûn. Piştre nasnameya hevalên me wê were eşkerekirin.
Nasnameya şehîdêîn Kerboranê
Di 24’ê Adara 2019’an de me diyar kiribû ku di 18’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker li gundê Roverê yê Kerborana Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de hêzên me çalakî li dar xistibûn û 6 leşkerên dijmin hatibû kuştin. Me ragihandibû ku di vê çalakiyê de 3 hevalên me li hemberî dijmin bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Aras Nekeroz (Kemal Nadîre) yê li Sine ji dayik bûyî; Dilxwaz Torî (Orhan Tok) ê li Kerboranê ji dayik bûyê; û Rêber Botan (Kasim Saptik) ê li Şirnexê ji dayik bûyî.”
ANF/BEHDÎNAN