Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê ya bi ser Colemêrgê di çalakiya li dijî konvoya eskerên Tirk de 12 esker hatine kuştin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de nasnameya 3 gerîlayên li Dersimê jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir.
HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan 7’ê Tebaxêbi şev li nêzî gundê Meymûka li dijî konvoyeke wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîteke tîpa Kîrpî îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 eskerên Tirk hatine kuştin û 3 jî hatine birîndarkirin.
Bi qehremanî şer kirin
HPG´ê wekî din da zanîn ku 6’ê Tebaxê danê sibehî li devera Gernanê ya Pilumura Dersimê gerîlaya rastî eskerên artêşa Tirk hatine û di şerê li vir ê 2 saetan kişandî de gelek esker hatine kuştin. Artêşa ku nekarî bi ser gerîlayan de biçe paşê bi helîkopterên êrişê xwe digihîne deverê. HPG´ê da zanîn ku di encama şer de sê gerîlayên wan şehîd bûne û nasnameya wan jî wiha ragihand: Şervan Azad (Hasan Yaman) ê li Amedê ji dayik bûyî, Sara Berîtan (Zeynep Çelîk) a li Mûşê ji dayik bûyî Rozerin Serhat (Rabîa Guneş) a li Mûşê ji dayik bûyî.
ANF/BEHDÎNAN