Favenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li Colemêrg û Agiriyê bi giştî 10 eskerên dewleta Tirk hatine kuştin.
HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên wan li Şemzînan û Geverê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi çalakî li dar xistine û got, “Di 22’ê Tebaxê saet di 17.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li Girê Kurê Mizgeftê ya qada Gostê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xist. Hêzên me ji 2 milan ve li dijmin da û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehat tespîtkirin.”
Li Geverê 7 esker hatin kuştin
HPG´ê got, 22’ê Tebaxê danê sibehê li dijî wesayîteke eskerî ya tîpa Reo ya artêşa Tirk a ji tabûra Wargenima ya Geverê esker dibirin Girê parastinê yê tabûrê di çalakiyeke gerîlayan de herî kêm 7 eskerên Tirk dijmin hatine kuştin û 6 jî hatine birîndarkirin.
HPG´ê der barê çalakiya gerîlayan a 22’ê Tebaxê danê êvarê ya li devera Kirê Halac a Bazîdê ya ser bi Agiriyê, li dijî milekî operasyona eskerî de got, “bi qasî hatiye tespîtkirin 3 esker hatine kuştin û gelek eskerên dijmin jî birîndar bûne.”
Artêşa Tirk a ku li hember çalakiyên gerîla teviziye, agir berdide darsitanan. HPG´ê da zanîn ku 22’ê Tebaxê bi şev qereqola Serbendê ya artêşa dagirker a Tirk li ser xeta sînor a Heftenînê li Qilabana Şirnexê obus û hawan bi kar anîn û di encamê deagir bi daristanê ket û ev şewat hîna dewam dike.
ANF/BEHDÎNAN