Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke diyar kir ku 22’yê Hezîranê li Colemêrgê 12 leşker kuştine û 19’ê Hezîranê jî 4 leşkerên îstîxbaratê li Çewlikê birîndar kirine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: “22’ê Hezîranê hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkeran li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 4 leşker hatin kuştin.
Hêzên me heman rojê saet 15:50’î, careke din li dagirkerên li ser girê Xeregolê xistin. Di çalakiyê de 8 çeperên dijmin ên li ser gir hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 8 leşkerên dijmin hatin kuştin.”
4 tîmên îstîxbaratê birîndar bûn
Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiya 19’ê Hezîranê ya li Çewlikê ev agahî hatin dayin: “19’ê Hezîranê saet 15:00 hêzên me li cihekî di navbera Çemêhenî û Devalan ên navçeya Hênê ya Çewlikê li dijî wesayiteke ku tîmên jendermeyan ên îstîxbaratê tê de bûn çalakiyeke sabotajê kir. Di çalakiyê de 4 tîmên îstîxbaratê birîndar bûn ku 2 ji wan giran in. Hêzên dagirker piştî çalakiyê dest bi operasyonê kir. Operasyon 22’ê Hezîranê bê encam qediya.”
Li Erzînganê operasyon
Navendê di dawiya daxuyaniyê de got, “21’ê Hezîranê artêşa dewleta Tirk a dagirker li qada Katir Gullerî ya li navçeya Kemah a Erzîganê dest bi operasyonê kir. Operasyon hîn dewam dike.”
ANF/BEHDÎNAN