Gerîlayên HPG’ê li herêma Kûtûdere ya Dersimê li dijî qereqoleke artêşa Tirk çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de leşkerên li baxçeyê qereqolê hatin hedefkirin û 2 leşker hatin kutşin, li navçeyên Çelê û Şemzînan ên Colemêrgê jî çalakî hat lidarxistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşend û têkildarî çalakiyên gerîlayan de ev agahî parvekirin: “30’ê Gulanê di saet 06:30’an de hêzên me li dijî qereqoleke girêdayî artêşa Tirk a dagirker a li herêma Kûtûdere ya Dersimê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerên li nava baxçeyê qereqolê hatin hedefkirin û 2 leşker hatin kuştin. 29’ê Gulanê saet di navbera 17:30- 18:00’an de komeke gerîlayên me li derdora Gundê Safkan ê girêdayî navçeya Pulur a Dersimê rastî leşkerên artêşa Tirk hatine, bi hêzên dijmin re şer qewimiye. Di şerê li vir qewimî de têkildarî hejmara kuştiyên leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin û li vir peywendiyê me bi gerîlayekî re qûtbûye.
Li gimgimê cezakirin
Li derdora Gundê Dirba ya girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê ew kesê bi navê Fahrettîn Ozer ê li gel artêşa Tirk tevdigere û di operasyonên leşkerî de cih girtiye, 18’ê Gulanê dema ku ji xebatên kemînê yên li gel leşkerên Tirk vedigere ji aliyê hêzên me ve hatiye girtin û cezakirin.
Piştî çalakiya hêzên me lidar xist , artêşa Tirk a li gundên Dirba, Xinzor, Biran, Kelakoy, Kelaqûrmral, Keranli, Goma Çavûş û Goma Xanê dabûn destpêkirin, di 21’ê Gulanê de bê ku encamekê bigirin bi neçarî vekişiyane.
Li Çelê û Şemzînanê çalakî
31’ê Gulanê saet 07:30’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Hawanan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek hatiye lidar xistin. Di çalakiya leşkerek hate kuştin de, dijmin bi obus, hewanan derdor bi ketober topbaran kirine. 30’ê Gulanê saet 08:40’an de gerîlayên YJA Star li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Ronahî bicih bibûn çalakiyek lidar xistine. Di encama çalakiya çeperên dijmin bi awayekî xurt hate lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.
ANF/BEHDÎNAN