Li navçeya Başan a Îdirê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyê û êrişên hewayî yên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê:

“Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dewam dike hêzên me di 5’ê Çileyê de saet di 16:00 li navçeya Başan a Îdirê li leşkerên li ser girê ewlekariyê yê qerqola Aydinlarê xistin. Di çalakiyê de ku li dijî yekîneya dijmin a ber bi gir ve diçû pêk hat, bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 5’ê Çileyê de saet di navbera 15:30 û 16:00 de bombe li qada Karker û Girê Cehennem ên herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê zirar çênebû.”

 

ANF/BEHDÎNAN