Çeteyên DAIŞ’ê saet duwanzdehê şevê xwestin êrişî çeperên gerîla û pêşmergeyan li gundê Germok ê başûrê Kerkûkê bikin. Hêzên Kurd bi vê tevgera çeteyan hesiyan û bersiv dan. Di encama bersivdayîna gerîlayan de, şer qewimî. Şer heta doh serê sibehê dewam kir û çeteyan derbên mezin xwarin. Çeteyan bi çekên giran êriş kir, lê belê êrişên wan rastî bersiva gerîla û pêşmergeyan hat. Piştî şerê heta serê sibê, balafirên Koalîsyonê derdora seat 06:00’an çeperên çeteyan bombebaran kirin. Der barê encamên şer de heta niha agahiyeke zelal nehatine bidestxistin.
KERKÛK