Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Amed, Şirnex û Başûrê Kurdistanê derbên giran li hêzên dagirker ên Tirk xistin. Di çalakiyan de herî kêm 32 esker hatin kuştin. 2 gerîla jî şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla yên li Colemêrg, Amed, Şirnex û li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG´ê got, 11’ê Hezîranê serê sibehê, gerîlayan li dijî komek eskerên ku dixwestin geliyê Xorpinê yê navçeya Gever a Colemêrgê kontrol bikin, çalakiyeke sabotajê kir û herî kêm 4 esker Tirk ên dagirker kuştin, yekî din jî birîndar kirin.
HPG´ê da zanîn ku heman rojê bi şev gerîlayan bi çalakiyeke li dijî karwanekî wesayitên zirxî ya artêşa Tirk a dagirker, li herêma Erziknê ya navbera Colemêrg û Geverê 2 wesayitên zirxî bi temamî rûxandin û 10 eskerên Tirk ên dagirker kuştin.
Li Başûr dagirker dimirin
HPG´ê li ser çalakiyên li Başûrê Kurdistanê jî wiha dewam kir: “12’ê Hezîranê saet 4’an, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kir. Di çalakiyê de eskerekî dijmin hate kuştin. Heman rojê, saet 8:15’an, hêzên me careke din li eskerên dijmin xist. Derbên xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, 4 esker jî hatin kuştin.”
Li Amedê 12 esker hatin kuştin
HPG´ê da zanîn ku gerîlayan 9’ê Hezîranê berêvarê li nêzî gundê Manîsor ê navçeya Licê ya Amedê, di çalakiyeke li dijî girekî ewlekariya 2 qereqolan a berfireh 8 esker kuştin, 2 esker jî birîndar kirin. HPG´ê li ser heman çalakiyê got, 2 gerîla jî di çalakiyê de şehîd bûne û yekîneyên veşartî yên dijmin ku piştî çalakiyê dest li herêmê werdan jî bûne hedefa gerîlayan û ji wan jî 4 eskerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.
HPG´ê got, ew ê agahiyên li ser gerîlayên şehîd paşê eşkere bike.
Li Şirnexê jî, HPG´ê da zanîn ku gerîlayan 12’ê Hezîranê bi şev bi çalakiyeke li dijî eskerên li ser rêya navbera Şirnex û Cizîrê, kontrola rê dikirin, eskerekî Tirk ê dagirker kuştiye.
ANF/BEHDÎNAN