Li girê Lêlikanê, di çalakiya gerîla de eskerek hate kuştin, 5 esker jî birîndar bûn. Li Amedê jî di çalakiya li dijî operasyonê de 5 esker hatin kuştin. Di operasyonê de 5 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG´ê got, “Li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê hêzên me li dijî eskerên TC ên dagirker ên li ser Girê Lêlikanê 28’ê Nîsanê (pêr) çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin û di encama çalakiyê de tespîtkirî eskerekî dijmin hate kuştin, 5 esker jî birîndar bûn. Firokeyeke bê mirov a bi tîpa Bayraktar ji ser gir rabû û hêzên me derb lê dan. Firokeya keşfê neçar ma xwe deyne. Di şer û çalakiyê de zerar negihişt hêzên me.

Li Amedê 5 esker hatin kuştin

24’ê Nîsanê artêşa TC a dagirker li devera Şehîd Remzî ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi teknîkeke xurt, bi yekîneyên veşartî yên berê li herêmê bicihkirî û bi gelek eskeran operasyon hate kirin. Di roja destpêkê ya operasyonê de (24’ê Nîsanê), li Girê Ziyaretê yê li nêzî gundê Lêxosorê hêzên me li baskekî operasyonê xist. Di çalakiyê de 5 eskerên dijmin hatin kuştin.

5 gerîla şehîd bûn

25’ê Nîsanê, li nêzî gundê Mala Farqînê hêzên me yekîneyeke dijmin şopand û ji nêz ve lê da. Şer heta nîvrojê dewam kir. Hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehate tespîtkirin. Hevalên me Azîz, Çekdar, Bahoz, Ferhat û Zaza ku heta fîşeka dawî bi lehengî şer kir, şehîd bûn.”

HPG´ê da zanîn ku ew ê agahiyên berfireh ên nasnameya gerîlayên şehîd, paşê eşkere bike.

 

ANF / BEHDÎNAN