HPG´ê di daxuyaniyê de got, hêzên dewletê di komkujiya li nêzî gundê Biryasê de bi panzeran êrîşî gel kiriye, çekên giran bi kar anîne û xwestine bi awayekî plankirî komkujiyekê bikin û weha pêde çû: "di encama vê de welatparêzên me yên bi navê Bakî Akdemîr û Ramazan Baran gihaştine şehadetê û tevî Abdullah Akkullu yê bi giranî birîndar bû gelek mirovên me yên welatparêz birîndar bûne." Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di dewama daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku gerîlayên li cihê komkujî lê hat kirin bi cih bûne, pêr êvarê saet di 20:30´an de çalakiya bersivdayînê lidar xistiye û ev agahî dan: "piştî vê êrîşa hovane ya li hemberî mirovên me yên bê çek û bê parastin, hêzên me yên gerîla duh êvarê saet li dora 20:30´an, li hemberî hêzên dewleta Tirk ên li herêma komkujiyê çalakiya bersivdayînê lidar xistin. Piştî çalakiyê bi 2 helîkopterên skorsky mirî û birîndarên hêzên ewlekariyê yên Tirk ji herêmê hatine rakirin."

 BEHDÎNAN