
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di şerê hefteya borî li çiyayê Tendurekê pêk hat de 37 leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku helîkoptereke Kobra jî hatiye îmha kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bîlançoya derbeya giran a li leşkerên Tirk a li Tendûrekê hate xistin eşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de hate diyarkirin ku 37 leşker hatine kiştin, helîkopterekî bi tîpa Kobra hatiye îmhakirin. Di çalakiyekî ya YJA Star lidar xistin de jî, yarbayak û bînbaşiyekî ku koordîneya opersyonê Tendûrekê dikir hatine kuştin. Di operasyon û şerê qewimî de gerîlayek jiyana xw ji dest daye, têkilî bi komekî gerîla re jî qût bûye.
HPG’ê ev agahî parvekirin: “10’ê Gulanê saet 17:00’an de artêşa Tirk devera Şehîd Remzî ya girêdayî Tendûrek a Agiriyê bi obus, hewan û tankan bomberdûman kirine. 11’ê Gulanê di saetên sibehê de bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê hatin danî û dest bi operasyonê hatiye kirin. Hêzên me 11’ê Gulanê di saet 14:00 heta 15:00’an de li dijî baskek ê operasyonê ji du aliyan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de hemû leşkerên ku di vê balkê de cih digirtin hatine kuştin. Her wiha hêzên me li dijî yekîneyên ku bi hewara leşkeran ve jî hatin bi awayekî xurt lê hatine xistin û li vir jî gelek leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi qad bi obus, hewan û tankan bomberdûman kiriye. Her wiha helîkopterên bi tîpa Kobra jî dever bomberdûman kirine. Hêzên me bi awayekî xurt li helîkoptera Kobra xistine. Di encama lêdana xurt de derbên giran li helîkopteran hatine xistin û yek ji helîkoptarna li navbera Gundê Xarikê û Deşat Bazîdê ketiye û îmha bûye. Li vir 2 pîlotên helîkopterê hatine kuştin. Di vê çalakiyê de bi giştî 2 pîlotên helîkopteran jî di nav de 37 leşker hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne. Di vê operasyonê de têkilî li gel komek hevrêyên me qût bûye, hevrêyek me jî bi giranî birîndar bûye û tevî hemû mudaxeleyan jî nehatiye rizgarkirin û şehîd ketiye.
Di çarçoveya operasyona Tendûrekê de; 10’ê Gulanê saet 12:00’an de gerîlayên YJA Starê di navbera Qereqola Gulîzerkê û Girê Zorava de çalakiyek ya sabojatê li dijî wesayîtekî leşkerî ya Reo lidar xistine. Di vê çalakiyê de Yarbayek û Bînbaşiyek ku koordîneya operasyona Tendûrekê dikir hatine kuştin.”
ANF/BEHDÎNAN