Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya 20’ê Gulanê de li Agiriyê 45 tîmên taybet ên jendermeyan (JOH) hatine kuştin. Navendê wekî din da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan ên li deverên din ên bakur û başûrê Kurdistanê 18 eskerên din jî hatine kuştin.
HPG´ê têkildarî çalakiya gerîla ya li Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Roja 20’ê Gulanê saet 07:30’î hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh li dar xist. Hêzên me di encama îstixbarateke taybet de otobusa ku tîmên taybet ên JOH´ê tê de bûn şopand û lê da. Bi derbên xurt, otobusa ku tîmên taybet tê de bûn, hate rûxandin. Di vê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 45 tîmên taybet ên JOH’ê hatin kuştin.”
Helîkopterekê derb xwar
HPG´ê da zanîn ku piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî xwest dest li cihê çalakiyê werde, lê gerîlayan nehişt ew karibin dest li cihê çalakiyê werdin. li gorî heman daxuyaniyê, 2 helîkopterên êrişê yên tîpa Atak jî dema xwestin dest werdin çalakiyê bûne hedefa gerîlayan. Helîkoptereke atak jî derbên gerîla xwarin û neçar ma vekişe.
Artêşa Tirk a dagirker li gorî daxuyaniyê, piştî top û bombebaranke zêde, kariye bi helîkopterên skorsky û ambulansan kuştiyên xwe rakirine. enkaza otobusa îmhakirî jî bi vîncê hatiye rakirin.
Kobrayek û 9 esker hatin bêtesîrkirin
Bi daxuya niyeke din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên 18 û 19’ê Gulanê li dijî artêşa Tirk a dagirker eşkere kirin. Daxuyanî wiha ye: “Êvara 18’ê Gulanê saet 22:00, hêzên me li herêma navbera Colemêrg û navçeya Çelê, li dijî konvoyeke artêşa TC a dagirker a ji gelek wesayitên zirxî pêk dihat, li cihekî navbera gundên Dizê û Talê çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra hate rûxandin û 9 eskerên dijmin hatin kuştin.”
Ji bo çalakiya 19’ê Gulanê saet 06:30’î ya li dijî girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê HPG´ê got, “Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara eskerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.”
Li Lêlikan û Leylekê 5 esker hatin kuştin
HPG´ê da zanîn ku heman rojê saet 18:30’î, gerîlayan bi çalakiyeke li dijî girê Lêlikanê yê li Başûrê Kurdistanê, gerîlayan de 3 esker kuştin, 3 esker jî birîndar kirine.
HPG´ê diyar kir ku êvara heman rojê saet 20:30’î, gerîlayan li ser girê leylekê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çalakiyekê 2 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştine û yek jî birîndar kirine.
Li Bedlîsê çalakî
Daxuyaniya HPG´ê derbarê çalakiya gerîlayan a li Bedlîsê wiha bû: “19’ê Gulanê saet 11:20’î hêzên me li dijî nuqteya ewlekariyê ya li ser rêya Tetwan-Xîzanê çalakî kir. Gule li kulûbeya eskerên dijmin hatin reşandin û eskerekî dijmin hate kuştin, yek jî birîndar bû.
19’ê Gulanê saet 21:30’î, hêzên me li dijî bîra petrolê ya li bajarokê Bekirxan ê li navçeya Hezo ya Êlihê çalakiyeke sabotajê kir û ev bîra petrolê hate îmhakirin.”
ANF / BEHDÎNAN