Cîgirê berpirsê herêma Germiyan ê hêzên pêşmergeyan Mihemed Qadir ji RojNewsê re wiha got: “Piştî şerê 7 saetan, me karî em nahyeya Celewla rizgar bikin û ev dever ket destê hêzên pêşmergeyan." Hêjmara şehîd û birîndarên pêşmerge û çekdarên artêşa Bedir yên di operasyona nahyeya Celewla û Sadiye de jî hatin eşkerekirin. Rêveberê nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê Xalid Ebbas got, di operasyona hêzen pêşmerge û artêşa Bedir ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, li nahyeya Celewla û Sadiye 77 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji vê hêjmarê 9 pêşmerge û 8 eskerên artêşa Bedir jiyana xwe ji dest dane. Li gor daxuyaniyê 49 pêşmerge û 11 çekdarên artêşa Bedir jî di şer de birîndar bûne.

Şer dewam dike

Mihemed Qadir wiha got: “Şer li kolanên Cemahîr berdewam dike, lê taxên din bi temamî hatine paqijkirin û DAIŞ ber bi derveyî Celewla direvin. Ew nizanin her çar aliyên Celewla ji aliyê pêşmergeyan ve hatine girtin.” Taxa Burc a dikeve nava Celewla jî li aliyê pêşmergeyan ve hat kontrokirin û wekî cihekî stratejîke. Li gor agahdariyên dawî nahyeya Sadiye bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye pajikirin û gelek çete li Celewla û Sadiye hatine kuştin. Di şer de pêşmergeyê bi navê Qareman Celîl şehîd bû. Celewla 30 kîlometre dikeve başûrê rojavayê bajarê Xaneqîn. Her wiha 177 kîlometre ji Bexdayê dûr e. Rûpîvana wê 17 hezar û 500 kîlometre dame û hêjmara rûniştvanên wê 80 hezar kes e û 36 gundên wê hene. Ji ber ku di dema rejîma Baasê de ew herêm hatibû erebkirin, niha 27 gund ereb lê dijîn û 9 gund jî yên kurdan in.


 ROJ NEWS-GERMİYAN