Di sedsala 21. de wek gelê Kurd em gihiştine astekê ku êdi xwe bi xwe qedera xwe tayîn bikin û diyar bikin. Di rojame ya îro de em wek gelê Kurd û gelê rojhilata navîn bûne xwedî deskeftiyên pir mezin, bi wate û bi proje. Li gel van deskeftiyan jî xwedî bîr û baweriyeke, fikir û ramanekê ku îro ji bo mirovahîyê hemûyî bûye cihê hevî û baweriyê. Ev jî bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Öcalan û bi têkoşîna PKK hateye vê astê.
Di pêvajoyekê ku em wek gelê kurd u gelên Rojhilata Navîn ewqasî nêzî azadiyê bûne çawa dibe ku dewleta faşîst u noker a TC Erdoğan xiyanet, teslîmiyet, bê rumetiye dispêre herekat azadiye u gele kurd. Di polîtîkaye îmha, înkar u ji qirkirine zedetir tu rêyekidi nade peşiya xwe. Li gelvê jî ê wek Neçîrvan Barzanî u malbata Barzanî ji xwere wek maşeyekî bikar tîne. Tişta herî bi êş jî ewe ku binavê kurdîtiye mala Barzanî hemu nirxu, deskeftiyê kurd u ligelvêjî axa kurdistane peşkêşî dijminekî faşîst, dagirker u nokerên wek Erdoğan dike. Neçîrvan Barzanî u malbata Barzanî di kiryarenxwe de dide nîşandan ku ti eleqeyekewan bi kurd u kurdistnere tuneye. Gelo mirov dikare jibo berjewendiyênxwe ew axa ku bi hezaran salan hatibu dagirkirin di encama berxwedani u tekoşîna gel u peşmergeyên ku di her bostekîde xwîna xwe rijandî ew qasî çavsor bibe u xiyanete li ve ked u berdelê bide.
Ji Qendîlê heya Xakûrkê ji Zagrosan heya Heftanînê ew rêzeçiya ku di navbera her çar parçên Kurdistanê de ciyê xwe digre. Gerîlayên ku xwe di nav van çiyayan de bi cîh kirine tevgera her çar parçeyê Kurdistanê ye. Dagirkerên Kurdistanê vê heqîqetê baş dizanin. Lê mixabin PDK hê jî dijbertiya xwe ya li dijî vê heqîqetê dewam dike. Li ser van çiyayên pîroz û esîl xwîna bi hezaran keç û xortên Kurdistanê rijiyaye. Çiyayên me ne ku timî himbêza xwe ji kurdên berxwedêr ên eslî re vekiriye, ji xiyanetkar û ji dijminan parastî ye. Timî bûye goristan ji dagirker û nokeran re. Lê mixabin ku Neçîrvan Barzanî dibêje ku PKK li van çiyayên Kurdistanê ne rewa ye. Gelo wê PKK rewabûna xwe ji pergala faşîst bixwaze. Heger em bi zimanê heqîqetê biaxivin serokatiya herêmê jî ne rewa ye. Ji ber ku gelê me yê Başûr ji bo te dengê xwe nedaye. Jixwe tu jî ne serokê Başur ê Kurdistanê yê rasteqînî. Diyar e ku serokayetî ji hizb û malbata te re ye. Dema 2013an PKK û gerîlayên Kurdistanê li gel peşmergeyên xwebexş şerê DAİŞê dikir ku nekeve Hewlêr û Silêmanî te ji bo malbata xwe amedekariya reva ji Kurdistanê dikir. Yanî gerîla û pêşmergeyên xwebexş bûne hêviya parastina gelê me û Başûr. Bala xwe bidinê li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên Tirk, MÎT u DAIŞê hene. Neçîrvan Barzanî hebûna dagirkeran rewa dibîne lê hebûna PKK u gerîlayên ku fedayiyûn her çar parçeyên Kurdistanê ne rewa nabîne. Lê tiştê ji nezîkatiya te girîngtir ew e ku gelê Başûrê Kurdistanê bi fikr û felsefeya APO bûye yek mîna goşt û neynok. Heke PDK ji dagirkeriyê re alîkariya xwe dewam bike, dijberiya xwe li beramber yekîtiya neteweyî bidomîne wê gelê Kurd bibe yek û PDK bi dagirkeran re tenê bimîne. Ev sîh sal e ku desthilat in lê we ji bo gele me yê bedel û şehîd dayî re we ti tiştek nekiriye. Berovajî dewlemendiya Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran kirin. Bi vê ve giredayî çiyayên Kurdistanê pêşkeşî dijminan dikin. Ji ber vê sedemê jî êdî baweriya gelê me bi seroktî û hukumeta we nema ye. Eger hûn dixwazin bibin reberê rasteqîne berjewendiyên gel biparêzin. Dev ji hişmendiya dewletokparêz u dîktatoriyê berdin. Ji xwe re modela Rojavayê Kurdistanê Neteweya Demokratîk esas bigrin.
Ji bo gelê me ye giredayî ax u azadiya xwe rêberê doza xwe ya rasteqîn nas bikin û xwedî lê derkevin. Êdî rêber û serokê sexte jî nas bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Bi serok û rêberên sexte neyên xapandin. We gelek bedel daye û xwîn rijandiye. Li xwîna zarokên xwe xwedî derkevin wê demê hûn dikarin bi rêveberên rast û fedakar ku xwe ji civakê dibînin bi wan re bijîn û jiyaneke demokratîk û Kurdistaneke azad gengaz bikin.