Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kejîje Urselendî ya ku di 14’ê îlonê de di êrîşa li dijî Qereqola Haruna ya di navbera Gever û Şemzînan de jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ve ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin. Cenaze di ketina navçeya Farqînê ya Amedê de bi girseyî hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke mezin birin Farqînê. Pişt re konvoya cenaze çû gundê Şêxdavuda. Di ketina gund de welatî ji wesayîtan hatin xwarê û dest bi meşê kirin. Konvoya cenaze ya di ketina gund de hate pêşwazîkirin, cenaze hate hilgirtin û birin mizgeftê. Piştî li mizgefta gund vecîbeyîn olî hatin bicihanîn, darbesta Urselendî bi alên kesk, sor û zer hate pêşandin. Pişt re darbesta Urselendî ji aliyê jinên gund ve hate hilgirtin û birin goristana gund.
Di merasîma cenaze de sloganên “Şehîd namirin”, “Tolhildan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Cenazeyê Urselendî bi sloganan hate definkirin. Piştî karên veşartinê bi dawî bûn rêzgirtin hate girtin û sloganan “Şehîd namirin” hate berzkirin. Endamên MEYA-DER, BDP’ê û bi hezaran kes tevli merasîma cenaze bû. Piştî karên li goristanê meraîman cenaze bi sloganan bi dawî bû. Girseyî dîsa ji goristanê heta ber konê şînê meşiya. Malbata Urselendî hemû kesên tevlİ merasîma cenaze bûn oxur kirin.
Cenazeyê Endamê HPG'ê Fîraz Xelîl hate wergirtin
Malbata Endamê HPG'ê Fîraz Xelîl (Serfîraz Cudî) yê ku di 30'ê îlonê de li navçeya Kirikhanê ya Hatayê di êrîşa li dijî Qereqola Cendirmeyan a Guzelceyê de jiyana xwe ji dest da ji bo cenaze werbigir pêr hate Edeneyê. Malbatê bi Şaxa ÎHD'ê ya Edene û Rêxistina BDP'ê ya Edene re çûn Saziya Tipa Edlî ya Edene cenaze teşhîs kir. Duh serê sibê jî malbatê cenaze wergirt. Serokê Rêxistina BDP’ê yê Edene Ugur Bayrak, rêveberên BDP'ê, Serokê ÎHD’ê yê Edene Şahîn Kiliç, Seroka TUHA-DER’a Edene Saniye Seçkîn û Dayikên Aştiyê serê sibê hatin ber saziya Tipa Edlî ya Edene û cenazeyê Xelîl bi slogana “Şehîd namirin” oxur kirin. Hate hînbûn ku cenaze dê bi ser Edene, Nurfagi, Komurlu û Kîlîsê derbasî Suriyeyê bibe û li Efrînê bê definkirin.
AMED/EDENE