Di daxuyaniyê de NPG´ê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê, li dijî tinekirin û koledariya hêzên mêtînger ferz dikirin, serhildanek e û weha dewam kir: “Beriya niha bi 31 salan, ti kesî ne xeyal dikir ne jî bawer dikir ku komeke biçûk a ji bilî vîn û çeka di destê xwe de tiştekî xwe tinebû li çiyayên Kurdistanê agirê azadiyê geş bike û bêyî ji xeta berxwedanê tawîzê bide têkoşînê bigihîne van rojan. Lewma 15’ê Tebaxê, li dijî her şêwe înkar û bêbaweriyê, bûye pêşketineke şoreşgerî ku di asta mûcîzewî de baweriya gel a ji hêza xwe û azadiyê afirandiye. … Ruhê 15’ê Tebaxê yê ji fîşeka destpêkê û vir ve reh berdaye her devera Kurdistanê û şîn bûye, bûye sekna jiyanê ya hemû Kurdan. Ruhê 15’ê Tebaxê, ruhê têkoşînê yê bûyîna hevrêyê rast ê Rêber Apo, dilsozê şehîdan û biryardariya bi ser xistina gelê Kurd e. Ne pêkane ku ev ruhê azadiyê êdî ji xaka Kurdistanê bê rakirin, ji nav acivaka Kurd bê derxistin.”
Navendê di dewama daxuyaniya xwe de ragihandin ku Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, ji 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, destketî û mafên gelê Kurdistanê esas digirin û got, “Di vê demê de ku dîzankirina Rojhilata Navîn ji nû ve tê xwestin, êrîşên li hemberî destketî û gelê Kurdistanê dewam dikin. … Rastiya AKP’ê ya ku nekarî bi destê DAIŞ‘ê ya dixwest bi dest bixe, ji bo xwe bigihîne armancên xwe yên dîktatoryal, ji bo siyaseta xwe ya înkarê dewam bike û barê li ser pişta DAIŞ‘ê sivik bike, ji 24’ê Tîrmehê û vir ve li hemberî tevgera me û gelê me konsepteke nû ya êrîşên berfireh xistiye dewrê. Dewleta AKP’ê di vê çarçoveyê de êrîşên herî berfireh ên hewayî yên dîroka xwe pêk anîn. Lê diyar e dema ev biryara êrîşê girt, tecrûbeya 31 salan a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li ber çavan negirtiye û bersiva gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bide baş hesab nekiriye.
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi tecrûbeyeke dewlemend û daneheviyeke dîrokî dikeve sala 32’an a Cejna Vejînê. Ji bo teşegirtina dema nû ya gerîlayên Kurdistanê jî wê ruhê pêngavî yê fermandarê mezin hevrê Egîd bibe çavkanî. Hêzên HPG’ê wê parastina gelê Kurdistanê bi serketineke mezin pêk bînin. …
Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe dikin da ku ji bo vê pêvajoyê veguherîne pêvajoya ‘Rêberê Azad-Kurdistana Azad’, li platformên têkoşîna civakî hêza xwe nîşan bide û em careke din Cejna Vejînê li gelê xwe pîroz dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN