Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî wesayîtên zirxî yên di navbera Gever û Şemzînanê de çalakiyek li dar xistin, di çalakiyê de 15 leşker hatine kuştin. Li aliyê din du maşînên zirxî yên dewleta Tirk li Şirnexê li hev qelibîn û polêsekî dewleta Tirk di encamê de mir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî da, diyar kir ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş dewam dike. HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Gever, Şemzînan û Colemêrgê li dar xistin, ev agahî parve kir:
“6’ê Tîrmehê saet 02:00’an hêzên me li dijî konvoyekî artêşa Tirk a mêtinger dema ji navçeya Gever ber bi Şemzînanê ve bi rê diket, li nêzî Pira Nergûşa çalakiyek li dar xistine. Di encama çalakiya li dijî 2 wesayîtên kobra yên zirxî de, wesayîtek hate rûxandin û yekê jî derb xwar. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 15 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Piştî çalakiyê 3 wesayîtên zirxî yên ji Qereqola Durê, kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistin.
6’ê Tîrmehê saet 11:00’an hêzên me leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Elîşê ê Geverê kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatin zelalkirin.
6’ê Tîrmehê saet 13:40’an hêzên me 2 wesayîtên zirxî di navbera Qereqola Êriş û Sersêvê yên girêdayî Çelê kirin hedef. Di encama çalakiya ji nêz û xurt ve wesayîta kobra ya zirxî hate derbkirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.
Vê carê baş li hev ketin
Polês û eskerên Dewleta Tirk ên ku maşînên xwe yên zirxî li dijî sivîlên Kurdistanê weke sîleh bi kar dianîn, vê carê li Şirnexê li hev ketin. Du maşînên zirxî yên polîsan li taxa Gundogduyê digeriyan û li hev ketin, di qezayê de polîsê bi navê Alî Yardimcioglu piştî ku rakirin nexweşxaneyê mir, polîsekî din jî birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN