
Piştî ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan dest bi pêngava SERÎ HILDE kir, komek ciwanên Başûrê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîlayên HPG'ê bû û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî tecrîdkirina Ocalan beşdarî nava refên gerîla bibin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên beşdarî nava refên gerîla bûyî, peyama xwe bi rêya dîmenekî weşandin. Ciwanê bi navê Botan Kerkûkî peyam xwend û got; "Bi çend şêwaz û qonaxan li Başûrê Kurdistanê krîz çêkirine, ev krîz bi destê dijmin û dagirkerên gelê Kurd û desthilata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê çêkirin. Xwestin gel ji welatê wan bêzar bikin. Ji çanda wan qut bikin. Xwestin ciwanên Başûrê Kurdistanê ber bi Ewrûpa ve bi rê bikin. Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê baş dizanin ku armanca wan ew e ku em li ser welat, niştiman, dîrok, exlaq, serok û rêberên xwe nehizirîn."
Çiyayên Kurdistanê cihê herî ewle ne
Di berdewama peyamê de wiha ev xisûs tên destnîşankirin; "Tecrîdkirina Rêber Apo, tecrîdkirina destketiyan e. Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya pêngava 'SERÎ HILDE' de beşdarî nava refên gerîla bûn. Pêwîst e baş bê zanîn çiyayên Kurdistanê ji bo ciwanan cihê herî bi ewle ye û tenê gerîla dikare xaka Başûrê Kurdistanê biparêze."
ROJNEWS