Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku gerîlayên HPG’ê di çarçoveya serweriya gerîlayan a li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê de hin rêze çalakî li dar xistin.
Hat diyarkirin ku gerîlayan 7’ê îlonê saet di 09.00-18 de rê kontrol kirin û di 150 wesayitan de kontrola nasnameyan pêk anîn. Hat diyarkirin ku gerîlayan der barê komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998 ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên gerîlayên HPG’ê de agahî da gel. Hat ragihandin ku di dema kontrolê de wesayîtek a rêyên bejahî hatiye şewtiandin.
Helîkopter hatin darbe kirin
HPG'ê ragihand ku gerîlayan roja 7’ê cotmehê li dijî 2 helîkopterên skorsy çalakî li dar xistine. Hat diyarkirin ku gerîlayan saet di 11.30 de li dijî helîkoptera ji Çelê diçû Colemêrgê û piştî nîvro ji ji Colemêrgê diçû Çelê çalakî li dar xistine û derbe li her du helîkopteran ketine. Hat ragihandin ku çalakiya gerîlayan di navbera gundên Rindikê û Dizê de pêk hat. Hat diyarkirin ku agir bi helîkopterên derbe xwarin ket û heta niha aqibeta wan nehatiye zanîn.
HPG'ê diyar kir ku gerîlayan roja 5’ê cotmehê saet di 23.00 de li navenda Colemêrgê li dijî wesayita zirxî ya Akrep a polîsên tevgera taybet çalakiyek li dar xistine û di encamê de 1 jê bi giranî 2 polîs birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li herêmê operasyon hatiye destpêkirin û operasyon di 7’ê cotmehê de paşde vekişiyaye. HPG'ê aşkere kir ku gerîlayan roja 7’ê cotmehê saet di 18.35 de li dijî xeta ceyranê ya ku ji Geverê diçe qereqolên Oremar û Şitazinê çalakiyek sabotajê li dar xistine.
Bombebaran didome
Der barê bombebaranên li ser van herêman de jî HPG'ê agahî da û diyar kir ku 7’ê cotmehê saet di 06.00 de û sibehiya 8’ê cotemhê deverên Çarçela û Mêrgezerê yên navçeya Gevera Colemêrgê ji obîs û hewanan hatine topbarankirin. HPG-NÇR da zanîn ku ji roja 5’ê cotmehê ve herêma Ertûş a Çelê û deverên Ciloyê Biçûk û Karker ên li ser sînorê herêma Zapê ya girêdayî Hermên Parastinê yên Medyayê bi obîs û hewanan tên topbarankirin.
Her wiha, HPG-NÇR ragihand ku balefirên şer ên artêşa Tirk roja 7’ê cotmehê saet di 13.00-13.00 de gundê Silê yê herêma Qendîlê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine.
Li navenda Bedlîsê çalakî
HPG'ê têkildarê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navenda Bedlîsê jî agahî da. Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan 7’ê cotmehê saet di 20.00 de li navenda Bedlîsê li dijî wesayîtek zirxî ya Akrep a “artêşa dargirker a Tirk” çalakiyek li dar xistin. Hat aşkerekirin ku artêşa Tirk piştî çalakiya gerîlayan bi wesayitên zirxî operasyonek li herêmê daye destpêkirin.
2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da
HPG’ê ragihand ku, 2 gerîlayên HPG’ê ji bo biçin li herêma Çet ya navçeya Xozata Dêrsimê mudaxeleyî gundiyên daran dibirin bikin, ketin kemîna artêşa Tirk. HPG’ê wiha got: “Di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk yên li nêzî gundiyên ku dar dibirîn kemîn danîbûn de qasî 2 demjimêran pevçûn derket. Di pevçûnê hêjmara mirî û birîndarên leşkeran nehatin zelal kirin. Lê belê di pevçûnê de 2 gêrîlayên me jiyana xwe ji dest dan.” Nasnameyên 2 gerîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dayîn û HPG’ê aşkera kirîn wiha ne.
Yusuf Ehmet Hamedî bi nasnav Cîlo Cûdî, li bajarê Kotol yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
Îbrahîm Kaya bi nasnav Ozgur Kaya, li Erxenî/Amedê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
ANF/BEHDÎNAN