Gerîlayan 1’ê Gulanê li navçeya Başan a ser bi Îdirê, çalakiyek kiribû û derb li 2 helîkopterên tîpa Atak xistibûn. Hate ragihandin ku yek ji wan helîkopteran ketiye xwarê û pîlotên wê mirine.

Gerîlayên HPG/YJA Starê 1’ê Gulanê li navçeya Başan a Îdirê li ser rêya Qereqola Aydinlarê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek kiribû. Di çalakiyê de 5 esker hatibûn kuştin û derb li 2 helîkopterên êrişê yên tîpa Atak hatibû xistin.

Çavkaniyên cihî ragihand ku yek ji helîkopterên derb xwariye û demeke kurt piştî ku ji herêmê dûr ketiye, ketiye xwarê û îmha bûye. Hate ragihandin ku 2 pîlotên di helîkopterê de mirine.

 

ANF / ÎDIR