Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, helîkoptera artêş Tirk ya li navçeya Gever ya Colemêrgê ketiye, ji aliyê gêrîlayan di encama çalakiyekê de hatiye xistin. HPG’ê aşkera kir ku, di helîkoptera hatî xistin de 8 leşker mirine, 7 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera duh li Colemêrgê ker ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 22'ê Tîrmehê de di danê nîvro li navçeya Gevera Colemergê li herêma Geliyê Dostkî li dijî herêmên Gilort, Şatûxa, Serengê û Şehîd Serdarê ji aliyê artêşa dagirker ve operasyonek hatiye lidarxistin. Di saet 16.30'an de helîkoptereke skorskyê ya xwestiye li herêmê daxîne ji aliyê gerîlayên me ve bi lêdanê hatiye xistin. Di encama xistina helîkopterê de 8 leşker hatiye kuştin, 7 leşker jî birîndar bûye. Operasyonên li herêmê hîn jî berdewam dikin.
Artêşa Tirk di daxuyaniya weşan de ragihand ku helîkopteran S-70 a Skorsky, di encama qezayê de ketiye. Di daxuyaniya artêşa Tirk de hat îdîakirin ku 5 leşker mirin û 7 jî birîndar bûn.


Li Gever û Elbakê 5 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di encama pevçûnên li navçeya Gevera Colemêrgê di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk de qewimî de 3 û di pevçûna li Elbaka Wanê de jî 2 leşker hatin kuştin. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya der barê şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de ragihand ku li Gever û Elbakê herî kêm 5 leşker hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 22'ê Tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî qereqola Şitazan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hatine kuştin 15 leşker jî birîndar bûne.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê pevçûna li Elbakê de jî got; “ Di 23'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Elbaka Wanê li nêzî qereqola Dirêjkê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pêvçûnê de 2 leşker hatine kuştin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 22'ê Tîrmehê de di saet 07.30'an de li navçeya Mazgirta Dersimê kemyoneke ji qereqola Veryanê re alavên leşkerî û erzaq dikişande ji aliyê gerîlayan ve hatiye şewitandin û rûxandin û hat gotin; “Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi daxistinan ve operasyona li herêmê hatiye destpêkirin danê êvarî paş ve vekişiyaye.”

 ANF/ BEHDÎNAN